Şerê Îranê: Li gorî Îsraîlê nîvê stokên fuzeyan hatin îmhakirin
Êrişên li ser Îranê û rageşiya herêmî dewam dikin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku derbeke giran li kapasîteya leşkerî ya Îranê hatiye xistin.
Êrişên li ser Îranê û rageşiya herêmî dewam dikin. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku derbeke giran li kapasîteya leşkerî ya Îranê hatiye xistin.
Berdevkê artêşa Îsraîlê Tûggeneral Effie Defrin daxuyanî da televîzyonê û ragihand ku ji destpêka operasyonê û vir ve "nêzî nîv"ê stokên fuzeyan ên Îranê hatin îmhakirin.
Defrin anî ziman ku hilberîna herî kêm 1.500 fuzeyên nû hate astengkirin û îdîa kir ku Îran mehane bi dehan fuzeyên balîstîk hildiberîne û plan dikir ku vê kapasîteyê bigihîne bi sedan.
40 RAYEDARÊN PAYEBILIND ÊN LEŞKERÎ YÊN ÎRANÊ HATIN KUŞTIN
Îsraîlê her wiha diyar kir ku ji roja Şemiyê û vir ve 40 rayedarên payebilind ên leşkerî yên Îranî hatine kuştin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Piraniya fermandarên payebilind ên ji ewlekariya Îranê berpirsyar hatin bêbandorkirin." Artêşa Îsraîlê îdîa kir ku piraniya sîstemên parastina hewayî yên li herêmên navîn û rojava yên Îranê "hatin belavkirin" û rêya serweriya li qada hewayî ya Tehranê hate vekirin.
RAYEDARÊN PAYEBILIND ÊN MIRINA WAN HATE PIŞTRASTKIRIN
Piştî êrişên Îsraîl û DYE'yê rayedarên payebilind ên jiyana xwe ji dest dan ku mirina wan hate piştrastkirin bi vî rengî ne:
"- Alî Xamaney: Ji sala 1989'an û vir ve lîderê olî yê Komara Îslamê ya Îranê bû. (Sibeha Yekşemê mirina wî ji aliyê televîzyona dewletê ve hate piştrastkirin).
- Li gorî çapemeniya Îranê keç, zava û neviyê Xamaney di êrişan de jiyana xwe ji dest dan.
- Alî Şemhanî: Şêwirmendê Xamaney û Sekreterê Konseya Parastinê.
- Abdulrahîm Mûsevî: Serokê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê.
- Mohammed Pakpûr: Fermandarê Artêşa Muxafizên Şoreşê.
- Azîz Nasirzadeh: Wezîrê Parastinê.
- Gulamreza Rezaiyan: Serokê Yekîneyên Îstîxbarata Polîsan.
ALARMA LI TENGAVA HURMUZÊ
Navenda Operasyonê ya Bazirganiya Deryayî ya Îngilistanê (UKMTO) ragihand ku li Kendava Basrayê, Kendava Ûmmanê, Derya Ûmmanê ya Bakur û derdora Tengava Hurmuzê "liv û tevgereke zêde ya leşkerî" heye. Saziyê diyar kir ku ewlehiya deryayî ya li herêmê ji bo keştiyên bazirganiyê gelekî bi rîsk bûye.
BER BI QIBRISÊ VE FUZE HATE AVÊTIN
Wezîrê Parastinê yê Îngilistanê John Healey ji BBC re axivî û ragihand ku di çarçoveya êrişên bersivdanê yên Îranê de ber bi Qibrisê ve du fuzeyên balîstîk hatine avêtin. Healey diyar kir ku ew ne bawer in ku fuze yekser li hemberî giravê hatiye kirin.