Borsa Parîsê di vekirinê de ji sedî 2,36, Borsa Frankfûrtê ji sedî 2,29 û Borsa Londonê jî ji sedî 0,93 kêm kir. Pispor dibêjin, bandora gengaz a rageşiya li Rojhilata Navîn a li se aramiya herêmî û xwesteka enerjiyê razemenîkar xistiye nava fikaran.
BUHAYÊ PETROLÊ GELEKÎ ZÊDE BÛ
Asêbûna trafîka deryayî li Tengava Hurmuzê û êrişa li ser hin keştiyan di bazara enerjiyê de fikar zêde kir.
Buhayê warîleke petrola Brent serê sibehê bi rêjeya ji sedî 7,64 zêde bû û gihîşt 78,44 dolarî; di nava rojê de jî gihîşt 82 dolarî. Petrola xav a DYE'yê (WTI) ji sedî 7,18 zêde bû û gihîşt 71,83 dolarî.
Bi zêdebûna buhayê petrolê re qîmetê dolar jî zêde bû. Buhayê onsek zêr ku weke rawestgeheke bi ewle tê dîtin ji sedî 2 zêde bû û gihîşt asta 5.390 dolarî.
Fikarên li ser krîza enerjiyê bandora xwe li bazara gaza xwezayî jî kir.