Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îsraîlê êriş bir ser Lubnanê: 31 mirî, 149 birîndar

Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê ragihand ku di êrîşên hewayî yên şev ên Îsraîlê de 31 kesan jiyana xwe ji dest dan, 149 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyaniyê, li banliyoya başûr a Beyrûtê 20 kes mirin, 91 kes birîndar bûn. Li başûrê Lubnanê jî 11 kesan jiyana xwe ji dest dan, 58 kes jî birîndar bûn.

HÎZBÛLLAHÊ ÊRÎŞA BI FUZE Û BI BALAFIRÊN BÊMIROV PÊK ANÎ

Di roja sêyem a operasyona DYE û Îsraîlê ya li ser Îranê de, Hîzbûllahê ragihand ku weke bersiva mirina lîderê olî yê Îranê Alî Hamaney, “bi fuze û balafirên bêmirov” êrîş bir ser Îsraîlê. Hat ragihandin ku êrîş beriya nîva şevê pêk hat.

ÎSRAÎL: ENDAMÊN HÎZBÛLLAHÊ YÊN PAYEBILIND HATIN HEDEFGIRTIN

Bersiva artêşa Îsraîlê dereng nema. Artêşa Îsraîlê ragihand ku li herêma Beyrûtê “endamên terorê yên payebilind” ên Hîzbûllahê hedef girtine. Her wiha hat diyarkirin ku li Başûrê Lubnanê jî “kesekî girîng” ê girêdayî rêxistinê hatiye hedefgirtin. Lê belê têkildarî nasnameya kesên hatine hedefgirtin, agahiyeke fermî nehate belavkirin.

Serê sibehê hêzên hewayî yên Îsraîlê êrîşên hewayî yên nû li ser Bazuriye, Tarfalsay, Batuliye, Hallusiye, Tayr Debba, Majadel, Mahroune, Kana û Haouch ên girêdayî herêma Sur (Tyre) a li Başûrê Lubnanê, pêk anî.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li dijî Hîzbûllahê “ji pozîsyona parastinê derbasî pozîsyona êrîşkirinê bûye.” Serokê Fermandariya Giştî Eyal Zamir diyar kir ku artêş ne tenê di parastinê de ye, di heman demê de bi pêlên êrîşê re operasyonê dimeşîne.