NÛ BÛ

Îsraîl li dijî Îranê êrîş da destpêkirin

Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand ku li dijî Îranê êrîşên astengkirinê dan destpêkirin.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku Îsraîlê li dijî Îranê êrîşa astengkirinê da destpêkirin.

Şahidên ku ji ajansa nûçeyan Reuters re axivîn, ragihand ku li Qudsê dengê sîrenan hatiye bihîstin.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA’yê li paytext Tehranê dengê teqînan hatiye bihîstin.

Li Îsraîlê rewşa awarte hate ragihandin, heya agahdariyeke duyemîn dibistan û kargeh hatin girtin.

Fermandariya Eniya Hundir a Îsraîlê ev daxuyanî da: “Ji xeynî kar û barên neçarî, fealiyetên perwerdeyê, lidar xistina civînan û çûyîna kargehan li seranserî Îsraîlê hatin qedexekirin.”

Di êrîşên Îsraîlê ji xeynî Tehranê, bajarên Îsfahan, Kum, Kerec û Kirmanşahê jî hatin hedefgirtin. Çavkaniyan îdîa kir ku Îsraîlê li meclîs û qesra serokkomariya Îranê xistiye û gelek rayedarên payebilind jiyana xwe ji dest dane.

Piştî biryara êrîşê, Îsraîlê mîna saet 09.30’an qada hewayî girt. Wezareta Gihandinê ya Îsraîlê daxuyanî da û got, “Divê gel heya agahdariyeke din neçe qadên hewayî.” Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Îsraîliyên li dervey welêt divê li gorî talîmat û pêşniyarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyî tevbigerin. Wezareta Gihandinê got, “Dema rewşa ewlehiyê mîsoger bû, qada hewayî wê car din were vekirin. Ev rewş wê 24 saet beriya destpêkirina geştên hewayî, were ragihandin.”

LI ÎRANÊ XETÊN TELEFONÊ QÛT BÛN

Hat diyarkirin ku di êrîşan de Qada Hewayî ya Mehrabad hate hedefgirtin û hat ragihandin ku qada hewayî ya Îranê hate girtin. Li gorî medyaya Îranê li herêmên rojhilat û rojava yên Tehranê xetên telefonê qût bûne, li hin herêman jî xeta înternetê lewaz ket.

ÎDÎAYA ‘DYE’YÊ JÎ ÊRÎŞ KIR’

Rojnameya The New York Times îdîa kir ku DYE’yê jî êrîş bir ser Îranê. Li gorî vê rayedarên ji Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihandin ku Îsraîlê operasyona li dijî Îranê bi DYE’yê re bi rengekî koordîneyî pêk anî. Hat diyarkirin ku êrîşên pêla duyemîn li dijî Îranê pêk hatin û operasyon beriya bi mehan hatiye plankirin.