Îranê tedarîka elektrîkê ya ji bo Iraqê rawestand
Rêveberiya veguhastin û karûbarên bazirganiya derve li Şirketa Elektrîkê ya Îranê ragihand ku dabînkirina elektrîkê ji bo Iraqê hatiye rawestandin.
Rêveberiya veguhastin û karûbarên bazirganiya derve li Şirketa Elektrîkê ya Îranê ragihand ku dabînkirina elektrîkê ji bo Iraqê hatiye rawestandin.
Cîgirê rêveberê veguhastin û karûbarên bazirganiya derve li Şirketa Elektrîkê ya Îranê Mihemedullah Dad, ragihand ku ji ber zextên navneteweyî, têkiliyên siyasî û rewşa aloz a herêmê dabînkirina elektrîkê ji bo Iraqê hatiye rawestandin.
Mihemedullah Dad diyar kir ku rojane 1500 megawat elektrîk dişandin Iraqê ku ev yek di navbera ji sedî 10 û ji sedî 15’yê pêdiviyên elektrîkê yên Iraqê dabîn dikir.
Her wiha Mihemedullah Dad destnîşan kir ku danûstandinên bi Iraqê re ji bo vegerandina deynê 2 milyar dolarî, rawestiyane.