Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo: Mezinkirina lêgerîna yekîtiya demokratîk, berpirsiyariya me hemûyan e

Îranê îdîa kir ku fuze avêtiye ofîsa Netanyahu, Îsraîlê derewand

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku wan êriş birine ser ofîsa Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu û biryargeha Hêzên Hewayî yên Îsraîlê. Îsraîlê derewand.

Di nava rojê de li Îsraîl û Kendavê êrişan dewam kirin.

Muxafizên Şoreşê yên Îranê ragihand ku bi fuzeyan êriş birine ser ofîsa Netanyahu û Fermandariya Hêzên Hewayî yên Îsraîlê. Di daxuyaniyê de hate gotin, fuzeyên bi tîpa Kheibar hatine bikaranîn. Lê belê li gorî I24News Îsraîlê ev îdîaya li ser êrişê derewand.

Artêşa Îsraîlê jî diyar kir ku fuzeyên nû yên ji aliyê Îranê ve hatin avêtin hatine tespîtkirin û sîstema parastina hewayî ketiye dewrê. Li Qûdsê dengê teqînan hate bihîstin.

LI ÎRANÊ WINDAHIYÊN NÛ

Li gorî ajansên îranê, di êrişên DYE û Îsraîlê de sê endamên Muxafizên Şoreşê û pênc leşkerên Îranê jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin ku êriş li eyaleta Loristanê (Rojhilatê Kurdistanê) û bajarê Hurremabadê hate kirin.

Heyva Sor a Îranê serê sibehê ragihandibû ku ji 28'ê Sibatê û vir ve herî kêm 555 kes mirin. Êriş dewam dikin. Tê texmînkirin ku hejmara windahiyan zêde be.

RAGEŞIYA LI KENDAVÊ DEWAM DIKE

Di nava rojê de êrişên Îranê yên li ser Kendavê û Îsraîlê dewam kirin. Li peravên Ûmmanê di êrişa li ser tankereke petrolê de kesek mir.

Li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê, fuzeyên Îranê li hemberî Baregeha Hewayî ya Prens Sûltan hatin bikaranîn. Hate ragihandin ku fuze ji aliyê sîstemên parastina hewayî ve hatin astengkirin.

Li Bahreynê jî keştiyek li bendergehê sekinî bû bi cebilxaneyeke "çavkaniya wê nayê zanîn" hedef hate girtin.