BI DÎMEN

Îranê bersiv da Îsraîlê: Bi dehan moşek avêtin

Piştî ku DYE û Îsraîlê li dijî Îranê êrîş dane destpêkirin Îranê jî bersiv da û bi dehan moşek avêtin Îsraîlê.

Serokê Konseya Ewlehiya Neteweyî yê Îranê Ibrahim Azizi got ku wê Îran bersivê bide êrîşan. Azizî li ser medyaya dijîtal daxuyaniyek da û got: ‘’Me beriya niha hişyarî dabû, we da destpêkirin lê belê bidawîkirin wê ne di destê we de be.’’

Piştî demeke kurt jî hate îfadekirin ku Îranê êrîşî bakurê Îsraîlê kiriye. Wezareta Parastina Îsraîlê got: ‘’Li dijî Îsraîlê êrîşeke moşekan hate destpêkirin. Pergala Parastina Hewayî a niha gefan tespît dike û wan bê bandor dike.’’

Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu jî êrîşa ku li gel DYE’yê li dijî Îranê hatiye destpêkirin weke ‘’Ji bo ku gelê Îranê yê wêrek çarenûsa xwe bi destê xwe ava bike, wê şert û merc werin dabînkirin’’ pênase kir.