Wezîrê Karûbarên Derve yê Îranê Abbas Arakçî, behsa israra Serokê DYE’yê Donald Trump a di vê mijarê de kir û got, “Ger şer li ser me were ferzkirin jî em ê dev ji dewlemendkirina uranyumê bernedin.”
Îran, diyar dike ku ew tenê ji bo nîqaşên li ser bernameya xwe ya nukleerî vekirî ye û mafê xwe yê enerjiya nukleerî ya sivîl diparêze. Lê belê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê hêzên leşkerî şandine Kendavê û peymanek berfirehtir dixwaze. Washington, daxwaz dike ku Îran fûzeyên xwe yên balîstîk sînordar bike û piştgiriya xwe ji bo komên dijî Îsraîlê rawestîne.
Tê payîn ku Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu biçe Washingtonê û bi Trump re hevdîtin bike. Îsraîl dixwaze ku ev mijar di hemû hevdîtinan de cih bigirin.
‘ZÊDEBÛNA LEŞKERÊN DYE’YÊ ME NATIRSÎNE’
Arakçî da zanîn ku ew dikarin di bernameya nukleerî de hin gavên pêbawer binirxînin û got ku lê ev yek bi rakirina cezayên ku Îranê di rewşa aboriyê de dixitimîne ve girêdayî ye û got, “Em ê hemû rewşan li ber çavan bigirin û biryara dewamkirina hevdîtinan li gorî wê bidin. Zêdebûna leşkerên DYE’yê me natirsîne.”
Nûnerê taybet ê DYE’yê Steve Witkoff, di serdana xwe ya bi rayedarên leşkerî yên Emerîkî û Jared Kushner re, peyama Trump a "aştî û hêzê" dabû pêş.
Di vê navberê de, Trump di hefteyên dawî de gefên destwerdana leşkerî li dijî Îranê zêde kiriye û vê zextê ji bo li ser peymanê lihevkirin çêbibe bikar tîne.
Hevdîtinên roja Înê yên di navbera Witkoff, Kushner û rayedarê Îranî Arakçî de pêk hatine, yekem hevdîtina piştî êrîşên DYE’yê yên di Hezîranê de bûn. Trump pêşwazî li hevdîtinan kir û got ku danûstandin dê di demek nêzîk de ji nû ve dest pê bikin.
Arakçî diyar kir ku lihevkirinek ji bo hevdîtinek nû heye, lê destnîşan kir ku pirsgirêkên baweriyê hîn jî dewam dikin.
Îranê dubare kir ku bernameya wê ya fûzeyên balîstîk dê nebe mijara danûstandinê.
BI HEZARAN QURBANÎ Û DEH HEZARAN BINÇAVKIRÎ
Welatên Rojavayî û Îsraîl Îranê bi çêkirina çekên nukleerî tawanbar dikin, lê Îran vê yekê red dike. Hevdîtinên DYE’yê û Îranê li ser dewlemendkirina uranyumê xittimiye û êrîşên Îsraîlê pêvajo bi tevahî rawestand. Her çend Trump îdîa dike ku êrîşên DYE’yê kapasîteyên nukleerî yên Îranê ji holê rakirine jî, rewş hîn ne zelal e.
Li gorî HRANA’yê, di dema xwepêşandanên meha Çileyê de nêzîkî 7 hezar kes mirin û zêdetirî 50 hezar kes jî hatin binçavkirin.
Di vê navberê de, Îranê diyar kir ku di rewşa êrîşeke muhtemel de ew dikare li baregehên DYE’yê bixe û Tengava Hurmuzê bigire.