Îngilîstanê Balyozxaneya xwe ya li Tehranê girt

Balyozxaneya Îngilîstanê ya li Tehranê bi hinceta, “rîskên herêmî û rewşa ewlehiyê” bi demkî girt û hemû xebatkaran derxistin derveyî welêt.

Wezareta Karên Derve ya Îngilîstanê di malpera xwe ya ku hişyariyên gerê dike te têkildarî Îranê nûbûnan kir û hişyarî da ku gerê li tevahiya Îranê nekin. Di malpera hişyariyê de wiha hate gotin, “Ji ber metirsiyên herêmî û rewşa ewlehiyê, Balyozxaneya Îngilîstanê ya li Tehranê bi demkî ji Îranê hatiye derxistin. Xizmetên balyozxaneyê ji dûr ve tê dayîn.”

Balyozxaneya Îngilîstanê ya li Tehranê di meha Çileyê de ji ber protestoyên li Îranê bi demkî hatibû girtin û xebatkaran derxistibûn derveyî welat.