Îmaratê diyar kir ku piştî êrişên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE) û Îsraîlê yên li ser Îranê, di saetên derbasbûyî de ji aliyê Îranê ve 137 fuze û 209 balafirên bê mirov ber bi xaka wan ve hatine avêtin. Wezareta Parastinê ragihand ku 132 fuze û 195 balafirên bêmirov hatin bêbandorkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê de ya li ser hesabên wê yên înternetê û medya dîjîtal hate weşandin, welalt li hemberî her cûre gefan di asta herî bilind de di alarmê de ye. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Ji bo rabûna li ber her cûre gefên li ser aramî û ewlehiya welêt, tedbîr hemû hatin wergirtin. Ewlehiya welatiyan û mêvanan karê herî mezin ê sereke ye."
Li Baregeha Hewayî ya El Dhafra ya li Îmaratê nêzî 5 hezar leşkerên DYE'yî hene. Baregeh li derveyî Abû Dabî ye.