‘Êrîşên li ser jinan berhemên îdeolojiyeke diyar in’

Aktivîstên jin, ên ku êrîşên bêexlaq ên li ser jinan li Rojava nirxandin, diyar kirin ku êrîş ne bûyereke ferdî ye, rêbazeke sîstematîk e ku ji hêla îdeolojiyê ve tê pêkanîn ku jinan bêparastin bihêle.

Di pevçûn û şerê li Rojhilata Navîn de, tundî tenê bi şerê çekdarî re sînordar namîne. Di heman demê de li ser bîra kolektîf, bedena jin û sembolan jî êrîşên mezin tên kirin. Jinên Kurd ên ku ji bo parastina xak û rûmeta xwe di eniyên pêş de cih digirin, dibin hedefa tundiya sîstematîk.

'ARMANCA ÊRÎŞAN JI NÛ VE SAZKIRINA TÊKILÎYÊN ZAYENDÎ YE'

Akademîsyena Tunisî Profesor Dr. Amal Qaramî, ji ajansa me re axivî û destnîşan kir ku tundiya li dijî jinan a di dema şer de ne tesadufî ye, wekî amûrek bizanebûn û stratejîk ku armanc dike  têkiliyên hêzê di navbera mêran de û sîstema civakî di navbera jin û mêran de ji nû ve saz bike, tê bikar anîn.

Amal Qaramî, diyar kir ku meşandina şer li ser laşên jinan yek ji şêweyên herî hovane yên tundiyê ye û got ku laşê jinê, hem ji hêla sembolîk û hem jî ji hêla madî ve, veguheriya qada şer. Amal Qaramî, got ku armanca birîna por, destdirêjî, êşkence û tundiya li ser laşê jinan ne tenê zirardayîna jinan e, di heman demê de hemû civak di nava şermê û bêçaretî de hiştin e.

Amal Qeramî, destnîşan kir ku laşê jinê mîna sembola zayînê, berhemdarî, ax, netewe û aştiyê tê dîtin û ji ber vê yekê êrîşên li dijî jinan li dijî van hemû nirxan in. Amal Qeramî, diyar kir ku armanca tundiya ku şervanên jin hedef digire ew e ku tirsê biafirîne û zîhniyeta qelskirina jinê xurt bike.

'JIN NIRXÊN GERDÛNÎ DIPARÊZIN’

Berdevka Însîyatîfa Nunê Sawsan Şoman, jî diyar kir ku êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser çalakvan û şervanên jin ên Kurd fikarên cidî çêkirine û got ku jin wekî kirdeya esasî ya siyasî û civakî têne hedefgirtin.

Sawsan Şoman diyar kir ku şervanên jin ên Kurd nîşan dan ku parastina xak, rûmet û azadiyê ne tenê karê mêran e û jin vê berpirsyariyê bi cesaret û berxwedaneke mezin bi cih tînin. Sawsan Şoman anî ziman ku ev şervanên jin ne tenê herêmên xwe, di heman demê de li dijî îdeolojiyeke tarî ya ku mafê jinê binpê dike, nirxên gerdûnî yên mirovî diparêzin.

Sawsan Şoman destnîşan kir ku ew piştgiriyeke tam dide têkoşîna jinên Kurd û sûcên li dijî jinan şermezar kir. Sawsan Şoman bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û jinan kir ku berpirsyariyên xwe yên exlaqî bi cih bînin, ji bo parastina jinên li herêmên şer gavên şênber û cidî bavêjin û berpirsyarên sûcan jî divê hesab bidin.

‘DIXWAZIN JINAN BÊPARASTIN BIHÊLIN’

Pispora dîroka hemdem a Misirê û derhênera weşana kovara Misira Modern Dr. Sahar Hesen Ehmed jî diyar kir ku binpêkirinên li dijî jinan li herêmê sînordar nîne, giştî jinên Sûriyeyî tên hedefgirtin. Dr. Sahar destnîşan kir ku belgeyên mafên mirovan nîşan didin ku di sala 2025’an de bi sedan jin hatine qetilkirin; ji van mirinan hin ji ber êrîşên rasterast, hin jî ji ber protestoyan yan jî şer pêk hatine.

Sahar Hesen Ehmed diyar kir ku revandin û windakirina jinan bi necezakirinê didome û got, “Li gel vê yekê êrîşên zayendî jî zêde bûne. Mekanîzmayên hiqûqî û yên parastina civakî, jin hîn zêdetir bêparastin hiştiye. Di van demên ku şer zêde dibe de, ev binpêkirin hîn zêdetir dibin.”