Çeteyekî DAÎŞ'ê li Mûsilê hate girtin

Çeteyekî DAÎŞ'ê ku biryara girtina wî hebû li Mûsilê hate girtin.

Fermandariya Heşdî Şabî bi daxuyaniyekê ragihand ku tîmên îstîxbaratê yên ser bi Tûgaya 30'emîn a Heşdî Şabî li ketina Mûsilê çeteyê DAÎŞ'ê yê bi navê M.Î. girtine.

Di daxuyaniyê de hate gotin, têkildarî çeteyê hate girtin de li gorî Qanûna bi Hejmara 4'emîn a sûcên terorê ya Destûra Bingehîn a Iraqê biryara girtinê hebû.