Çarçoveya Koordînasyonê li Hewlêrê ye
Heyeta Çarçoveya Koordînasyonê ya bi serkêşiya Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî ji bo hevdîtina bi PDK û YNK'ê re çû Hewlêrê.
Heyeta Çarçoveya Koordînasyonê ya bi serkêşiya Serokwezîrê demkî yê Iraqê Mûhammed Şiya Sûdanî ji bo hevdîtina bi PDK û YNK'ê re çû Hewlêrê.
Heyeta Çarçoveya Koordînasyonê ya bi serokatiya Sûdanî ku ji lîderê Tifaqa Bedir Hadî Amîrî û serokê Koalîsyona Esas Mûhsîn Mendelewî pêk tê, çû Hewlêrê.
Heyet wê li ser pêvajoya avakirina hikumeta Iraqê, serokkomarê ji aliyê Kurdan ve bê hilbijartin bi Serokê PDK'ê Mesûd Barzanî û rayedarên PDK'ê re hevdîtinê bike.
Tê payin ku heyet bi heman armancê di nava rojê de serdana YNK'ê jî bike.