Çarçoveya Hemahengiyê: Nûrî el Malîkî namzetê me ye!

Çarçoveya Hemahengiyê ya Şîa ji bo nirxandina gefên Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) li hev kom bû û got, "Gotinên Trump binpêkirina serweriyê ye."

Têkildarî gefên Serokê DYE'yê Donald Trump, ku gotibû eger Nûrî Malîkî bibe Serokwezîr wê alîkariya ku bi Iraqê re dike rawestînin, Çarçoveya Hemahengî ya Şîa li hev kom bû. Li gorî medya Iraqê rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê li ofîsa Nûrî Malîkî li hev kom bû.

Çarçovey Hemahengî tekezî li ser pêwîstiya di nava heftiya bê de lidarxistina civînekê ji bo hilbijartina serokwezîrê kir û destnîşan kir ku divê aliyên Kurdistanî li ser namzetek diyar ê ji bo serokkomartiyê lihev bikin.

Di civînê de Çarçoveya Hemahengî carek din Nurî Malikî weke namzet didin nîşandan û gotine; “Destwerdanên Amerîkayê nayê qebûlkirin. Gotinên Trump binpêkirina serwerıya Iraqê û destwerdana li karûbarên navxweyî.”