Li gorî nûçeyên The Wall Street Journal û CBS Newsê, plana vekişandinê di demên dawîn de leztir bûye. Hate diyarkirin ku hêzên DYE’yê hefteya borî ji navendên leşkerî el Tanf û el Şeddadî ên di çarçoveya koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAÎŞ’ê de dihatin bikaranîn, dest bi vekişînê kirine.
Di nûçeyan de hate destnîşankirin ku di serdema Ahmed el-Şara yê HTŞ’yî de ku piştî hilweşîna Beşar Esad a di dawiya sala 2024’an de hate ser desthilatdariyê Washingtonê piştevanî daye hewldana rêveberiya nû ya avakirina otorîteya li seranserê welêt. Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Marco Rubio diyar kiribû ku ew ji ‘’rêgeha’’ ku Sûriye wê dişopîne, memnûn in.
ÇAV LI SER ÎRANÊ NE
Her wiha tê diyarkirin ku her ku diçe DYE baldariya xwe ya leşkerî dide Îranê. Washington dibêje ku ger têkildarî bernameya nukleera Îranê lihekirinek çênebe ew ê serî li rêyên leşkerî bide.
CNN û CBS Newsê ragihandin ku artêşa DYE’yê ji dawiya hefteyê û pê ve ji êrîşên muhtemel ên li ser Îranê re amade ye. Lê belê hate îfadekirin ku Serokê DYE’yê Donald Trump hê biryareke dawîn nedaye.
Tevî ku tê diyarkirin DYE’yê ji welatê Kendavê re du keştiyên balafiran şandine û li herêmê bi deh hezaran leşkerên wê hene jî lê belê Pentagonê têkildarî mijara berbehs hê daxuyaniyeke fermî nedaye.