ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê 4 Şehîdên Reqayê li Hesekê hatin veşartin
Welatiyên Kantona Hesekê û gundewarên wê cenazeyê 4 şervanên YPG'ê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, bi merasîmekî heybet li Goristana Şehîd Dijwar veşartin. -
Cenazeyê şervanê YPG'ê Dijwar hate veşartin
Welatiyê herêma Dirbesiyê cenazeyê şervanê YPG'ê Hisên Elî Osman (Dijwar Qîrwewan) ku di Pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibû, bi merasîmekê li Goristana Şehîd Rûstem Cûdî veşartin. -
Li Minbicê cenazeyê 4 şehîdên Reqayê hatin veşartin
Welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 4 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana şehîdan a Minbicê veşartin. -
234 ciwanên Reqayê dewreya perwerdehiyê qedandin
234 ciwanên ji Reqayê ku li Akademiya Şehîd Ezîz perwerde didîtin, wê beşdarî Pêngava Rizgarkirina Reqayê bibin. -
Roketek li nêzî Fûara Navneteweyî ya Şamê ket: 5 kes mirin
Li paytexta Sûriyeyê Şamê, di encama avêtina roketeke li nêzî ketina Fûara Navnetewî ya Şamê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn. -
YPG’ê nasnameya 12 şervanê xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 12 şervanan eşkere kir. -
Reqa:17 çete hatin kuştin, li 5 taxan şerekî giran heye
Li 5 taxên Reqayê di şer de 17 çete hatin kuştin. -
Li Reqayê cenazeyên 6 şervanên QSD'ê hatin veşartin
Cenazeyê 6 şervanên QSD`ê Mehmûd Şeiban, Xelîl El-Ebo, Elai El-Ebo, Mihemed Faris, Hemed Îsa û Îsa Nasir li Goristana Şehîdên Reqayê hat veşartin. -
Şehîd Aytekîn bi merasîmekê hate veşartin
Ercan Aytekîn ku 16’ê Tebaxê di êrîşa dewleta Tirk a bi ser Kantona Efrînê de şehîd bûyî hate veşartin. -
Cenazeyên şehîdên Reqayê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên Kantona Girê Spî û Qamişloyê cenazeyên 5 şervanên YPG/YPJ’ê û QSD`ê yên ku di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîd Mehmûd Tema û Goristana Şehîd Delîla Saroxan veşartin. -
Cenazeyê Atkîn ê YPG’yî li Efrînê hat spartina axê
Bi sedan şêniyên Kantona Efrînê cenazeyê şervanê YPG`ê Arcan Atkîn (Cayan Batman)ê ku 16’ê Tebaxê di bersivdayîna êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li ser gundên Efrînê de şehîd bibû, li Goristana Şehîd Seydo ya Kantona Efrînê, spartin axê. -
Li Tebqayê cenazeyên 3 şervanên QSD’ê hatin veşartin
Bi sedan welatiyên bajarê Tebqa û rûspiyên herêmê, cenazeyên 3 şervanên QSD`ê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bibûn, li Goristana Şehîdan a Tebqayê veşartin. -
Cenazeyê şehîdê Reqayê Îbrahîm hate veşartin
Cenazeyê şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Hacî ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehdî bibû, bi merasîmekê li rojavayî bajarê Kobanê hate veşartin. -
Leşkerên Tirk li Efrînê zarokek birîndar kir
Leşkerên Tirk li ser sînorê Herêma Reco ya Kantona Efrînê zarokek birîndar kir. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê sûka Cerablûsê şewitandin
Sûka Cerablûsê ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hate şewitandin. Her wiha çeteyan bi darê zorê gelek kes koçber kirin û li malên wan bi cih dibin. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir
Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê nasnameya şervanê bi navê Çayan Batman eşkere kir, ê ku li Herêma Efrînê ji ber topên artêşa Tirk birîndar bûbû û piştre li nexweşxaneyê şehîd bûbû. -
Li Reqayê 53 çete hatin kuştin
Di şerê li 5 taxên Reqayê de 53 çete hatin kuştin, şervanên QSD’ê hin cihên stratejîk ji çeteyan paqij kirin. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê li herêma Efrînê derbeke giran xwarin
YPG û YPJ û Hêzên Şoreşger bersiv dane êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê de û gelek çete hatin kuştin. -
Xelîl: Heke DAIŞ li Reqayê têk biçe êdî nikare bimîne
Fermandarê QSD’ê Xelîl bal kişande ser girîngiya pêngava Reqayê û got: ‘’Kî Reqayê azad bike di siyaseta pêş de wê bibe xwedî gotineke mezin. -
Koalîsyona Navneteweyî bi Meclîsa Sivîl a Tebqayê re rûnişt
Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê, li Taxa El Meqasimê li gel Meclîsa Sivîl a Tebqayê rûnişt û soza alîkarîkirinê ya di warê zimetê de ji bo Meclîsa Sivîl dubare kir. -
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şehbayê bombe dike
Li Kantona Şebhayê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundan topbaran dike, Artêşa Şoreşgeran bersivan êrîşan da. -
Artêşa Tirk gundê Qestel Cindo topbaran dike
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Qestel Cindo yê navçeya Şera ya Kantona Efrînê, careke din topbaran dike. -
Fermandarê QSD’ê: 14’ê Tebaxê me derbeke giran li DAIŞ’ê xist
Fermandarê Eniya Rojhilat ê QSD’ê Reqa diyar kir wan êrîşa 14’ê Tebaxê ya çeteyên DAIŞ’ê pûç kirine û ji 300’î zêdetir çete kuştine. -
Reqa: 21 çete hatin kuştin, 50 sivîl hatin rizgakirin
Li Reqayê, di şer eniyên rojava, rojhilat, bakur de 21 çete hatin kuştin, 50 sivîl hatin rizgakirin. -
Artêşa Tirk bi obusan êrîşî navenda bajarê Efrînê kir
Artêşa Tirk a dagirker, bi topên obusê êrîşî navenda bajarê Efrînê kir.