ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Qamişlo zarokan agirê Newrozê pêxistin
Li Rojava agirê yekem ê Newrozê li Qamişlo ji aliyê zarokan ve hate pêxistin. -
PYD: Bi ruhê Newrozê em Rêveberiya Xweser biparêzin
PYD bang kir ku sîstema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi ruhê Newrozê biparêzin. -
Rêveberiya Xweser Newroz pîroz kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz pîroz kir û bang kir ku berxwedana li dijî dewleta Tirk bê mezinkirin. -
HRE: 11 dagirker hatin kuştin
Di çalakiyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) de 11 dagirker hatin kuştin. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyê rojên vîrûsa koronayê
Ji ber vîrûsa koronayê li Bakur-Rojhilatê Sûriyê tevdîr têne jidandin. Gel dibêje qedexeya derketina derve wê zorê li wan bike. Komun dixwazin, bêhtir werin aktîfkirin. Komîteya tendiristiyê dibêje, ''Em ê li gelê xwe xwedî derkevin.'' -
Şehba li gel dorpêçiyê li dijî şewbê li ber xwe dide
Herêma Şehbayê dorpêçkirî ye; derfet kêm in, derman û malzemeyên paqijiyê bi zorê peyda dibin, lê tevî vê yekê jî hewl didin xwe li dijî şewbê biparêzin. -
Li Ezazê teqînek: Bi kêmanî 2 kes mirin, 18 jî birîndar bûne
Li Ezaz a ku di bin dagirkeriya Tirk deye teqînek çebû. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hate ragihandin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber şewba gloval Covîd-19’ê diyar kir ku piştî 23’ê Adarê wê qedexeya derketina derve were pêkanîn. -
HRE: Li Efrînê 7 dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê ragihandin ku di çalakiyên wan de 7 çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê hatine kuştin û 19 çete jî birîndar bûne. -
Dagirkirina Efrînê hate protestokirin
Dagirkirina dewleta Tirk a Efrînê ji aliyê meclîsên girêdayî Rêveberiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsên Bajarên Qamişlo û Hesekê, her wiha Meclîsên navçeya Tirbespiyê ve hate protestokirin. -
Dagirkeran li dibistan û navenda tenduristiyê da
Çeteyên dewleta dagirker a Tirk navenda tenduristiyê ya gundê Til Ebîn a girêdayî Helebê û gundê Şêx Îsa ya Şehbayê jî bombebaran kirin. -
Li Efrînê li pey hev teqîn çêbûn
Li Efrînê li pey hev teqîn çêbûn, hate gotin kuştî û birîndar hene. -
'Berxwendana li dijî dewleta Tirk a dagirker wê mezin bibe'
Meclîsa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir ku berxwedana li dijî hovîtiya dewleta Tirk wê mezin bibe. -
Rêveberiya Xweser: Divê gelê Efrînê li xaka xwe vegere
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê destnîşan kir, ji bo gelê Efrînê li xaka xwe vegere ew ê li ber xwe bidin" û bang li raya giştî ya navneteweyî kir. -
Dagirker êrişî sivîlan dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî wan gundan dikin ku Efrînî ji ber dagirkeriyê ji neçarî koçî wan kirine. -
HRE: Wezîfeya me ya sereke azadiya Efrînê ye
Hêzên Rizgariya Efrînê destnîşan kir, "Dagirkerî, şer û tolhildan sedema me ye. Azadiya Efrînê wezîfeya me ya sereke ye." -
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê: Li Efrînê guhertina demografiyê didome
Di ser dagirkirina Efrînê re 2 sal derbas bûn. Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê diyar kir ku kiryarên dewleta Tirk ên talan, dizî, êşkence, komkujî, xerac, fîdye û guhertina demografiyê ji roja destpêkirina dagirkeriyê û vir ve didomin. -
YPG'ê şehîd Karker Êriş bi bîr anî
YPG'ê yek ji fermandarên pêşeng ê Berxwedana Serdemê ya Efrînê Karker Êriş bi bîr anî û diyar kir, "Em ê berxwedana xwe ya li dijî dagirkerî û faşîzmê bigihînin asta herî bilind." -
'Efrîn a me ye, em ê dest jê bernedin'
Hevseroka Rêveberiya Xweser a Efrînê Şîraz Hemo, bi wesîleya salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê got, "Efrîn mala me ye" û wê dest jê bernedin. Hemo xwest, dewleta Tirk ji ber sûcên ku kiriye bê darizandin. -
Li Efrînê paqijiya etnîkî: Nifûsa Kurd daket ji sedî 18’an
Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê binpêkirinên li Efrînê ya di bin dagirkeriya Tirk de ên nava du salan kire rapor. Li gorî vê paqijiya etnîkî li ser Kurdan hate kirin û li bajar nifûsa Kurdan daket ji sedî 18’an. -
Li Efrînê bi dehan dar hatin birîn
Dewleta Tirk a dagirker li gundên Gazê û Mezin ên Efrînê bi kêmanî 200 dar birîn. -
Meclîsa Kantona Şehbayê: Divê dewleta Tirk bê derxistin
Meclîsa Kantona Şehbayê ragihand ku gelê Efrînê bi berxwedana 58 rojan destaneke nivîsand. Meclîsê destnîşan kir ku divê dewleta Tirk ji herêmê bê derxistin. -
PYD: Divê tavilê dewleta Tirk ji Efrînê derbikeve
PYD’ê destnîşan kir ku çareseriya ji krîza Sûriyeyê divê dewleta Tirk ji xakên dagirkirî derbikeve. -
Xalid: Dewleta Tirk ji îradeya jinê ditirse
Endama Rêveberiya Kongreya Star a Efrînê Wehîde Xalid bal kişand ser berxwedana jinan a li dijî kiryarên li dijî mirovahiyê yên dewleta Tirk û got, "Dagirker ji civakeke ku bi mejiyê jinê perwerde bûye ditirse." -
Zarokên li Waşokanî li benda vegerê ne
Zarokên ku ji ber êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker reviyan û xwe li Kampa Waşokanî girtin, li aliyekî alîkariyê didin malbatên xwe ku ji xwe re stargehekê ava bikin, li aliyê din jî xewn û xeyala vegerê dikin.