ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Mayîna dagirkeran teqiya: Zarokekê jiyana xwe ji dest da
Mayîna ku dagirkeran li gundê Zenûba ya Girê Spî daniyî teqiya. Zarokekê jiyana xwe ji dest da û 2 zarok jî birîndar bûn. -
Dagirker gundê Fatsa û rêya M-4’ê bomberdûman dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Fatsa yê Eyn Îsayê û rêya M-4’ê bomberdûman dikin. -
HRE: Li Efrîn û Ezazê 2 çete hatin kuştin
HRE'yê ragihand, ku li Efrîn û Ezazê di encama çalakiyên wan de 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. -
Li Sûriyeyê êvarê derketina derve hate qedexekirin
Li gelemperiya Sûriyeyê, ji ber vîrûsa koronayê êvarê derketina derve hate qedexekirin. -
TEV-DEM: Tirkiye dixwaze vîrûsa koronayê li Rojava belav bike
TEV-DEM'ê hişyarî da û diyar kir, "Dewleta Tirk çawa ku teror li Rojava belav kir, dixwaze vîrûsa koronayê jî li Rojava belav bike." -
Hunermendên Efrînî li ser yekîtiya neteweyî stran çêkirin
Hunermendên Efrînî yên li Şehbayê bi beşdariya 22 hunermendên Kurd stranek û klîbek li ser yekîtiya neteweyî çêkirin. -
QSD'ê destek da banga NY'yê, banga agirbesta mirovî kir
Hêzên Sûriyeya Demokratîk destek da banga agirbesta gerdûnî ya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonîo Guterres, bang li hemû aliyên Sûriyeyê kir ku agirbestekî mirovî pêk bînin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karê dezenfekteyê didome
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, karê dezenfekteyê yê li dijî vîrûsa koronayê dewam dike û ji bo gel tevdîr tên girtin. -
Neteweyên Yekbûyî ji ber ambargoya avê hişyarî da Tirkiyeyê
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da; ji ber ku dewleta Tirk û komên wê yên çete av li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birîn rîskek giran a şewbê heye. -
Rêveberiya Xweser bang li gel ki ku li gorî tedbîran tev bigerin
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxwaz kir li gorî tedbîrên li dijî pandemiya vîrûsa Korona a qedexeya 15 rojan a derketina derve hatibû îlankirin, tev bigerin. -
Rêveberiya Xweser: Serketina gelan û mirovahiyê ye
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Serketina li Baxozê ne tenê ya QSD'ê ye, her wiha ya gelan û mirovahiyê ye. Serketina şaristaniyê li dijî tarîtî û hovîtiyê ye. -
Mazlûm Ebdî li dijî vîrûsa koronayê bang kir
Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî li dijî vîrûsa koronayê bang kir. Ebdî got, "Di vê pêvajoya hesas de em dibêjin, kedkarên tenduristiyê fermandarên me ne." -
QSD: Destpêka pêvajoya siyasî wê bibe dawiya DAÎŞ'ê
QSD'ê ragihand ku ew misogeriya Sûriyeyeke azad û piranîparêz in û destnîşan kir, destpêka pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê wê were wateya dawiya DAÎŞ'ê. -
HRE'yê nasnameya şervanekî xwe yê şehîd bûye eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanekî xwe ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bû eşkere kir. -
YPJ: Bi bilindkirina têkoşînê em ê hêviya gelan pêk bînin
Yekîneyên Parastinê Jinê (YPJ) bi wesîleya salvegera 1’emîn a Pêngava Têkbirina DAÎŞ’ê diyar kir ku em ê dagirkeriya dewleta Tirk jî têk bibin û komploya nû pûç bikin. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hate îlankirin
Ji ber koronavîrusê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qedexeya derketina derve hate îlankirin. Qedexe îro saet di 06.00’an de hate îlankirin. -
Şewba koronavîrusê li Sûriyeyê jî hate tespîtkirin
Wezareta Tendirustiyê ya rejîma Sûriyeyê diyar kir ku nexweşê yekemîn ê ji ber koronavîrusê li Sûriyeyê hatiye tespîtkirin. -
Gundên Girê Sipî hate bombebarankirin
Dewleta dagirker a Tirk gundên Girê Sipî bi topan rasterast topbarankirin. -
Dagirker gundên Girê Spî bomberdûman dikin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li gundên Girê Spî didin. -
Hejmara mirovên li kampa Waşokanî gihîşt 10 hezar kesî
Kampa Waşokanî ji bo sivîlên ji ber êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ji cih û warê xwe bûn hate avakirin. Hejmara kesên li kampê gihîşt nêzî 10 hezar kesî. -
Li Qamişloyê pîrozbahiya Newrozê îro jî domiya
Gel bi komên biçûk li cihên cuda yên Qamişloyê kom bûn, agir dadan û bi govendê Cejna Newrozê pîroz kirin. -
Li Şehbayê bi sed hezaran di bin xeteriyê de ne
Doxtor Osman Şêx Îsa diyar kir ku rejîma Sûriyeyê li Sûriyeyê 6 nuqteyên lezgîn ava kir. Lê ji bo bi sed hezaran welatiyên li Şehbayê dijîn ti ewlekariyek nehatiye girtin. -
Li Rojava Newroz hate pîrozkirin
Li her deverên Rojavayê Kurdistanê agir dadan û Newroz hate pîrozkirin. -
Li Qamişlo Newroz hate pîrozkirin
Li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêxistina agirê Newrozê, govend hate gerandin. -
Agirê Newrozê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pêxistin
Ji ber şewba vîrûsa Korona ku pîrozbahiyên girseyî hatin qedexekirin, li hemû kolanên bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê agirê Newrozê hatin pêxistin.