ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
3 kesên din ku li kampê birîndar bûbûn mirin
3 kesên din ku ji ber şewata li Kampa Newrozê birîndar bûbûn mirin. -
Şervanên YPJ'ê 'darên azadî û hebûnê' çandin
Şervanên YPJ'ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û salvegera 7'an a damezrandina YPJ'ê bi çandina daran pîroz kirin. -
'Li gorî rewşa herêmê û cîhanê dibe ku dema qedexeyê bê dirêjkirin'
Hevseroka Desteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweser Hêvî Mistefa li ser qedexeya derketina derve ya ji ber pandemiya vîrûsa koronayê axivî û got, "Pêwîstî pê hebe wê dema qedexeyê karibe bê dirêjkirin." -
Dagirkeran sê sivîlên li Girê Spî qetil kirin!
Dewleta Tirk a dagirker sê sivîlên birîndar ên ji gundê Evdokoya Girê Spî qetil kir. -
Hêzên Ewlekariya Navxweyî: Berpirsê vê êrîşê, rejîma Sûriyeyê ye
Hêzên Ewlekariya Navxweyî derbarê êrîşa ji aliyê hêzên girêdayî rejîma Sûriyê ve ku 3 wesayîtên asayîş, şaredarî û saziya tenduristiyê hedef girtîn daxuyaniyek nivîskî dan û got: “Berpirsê êrîşa şehîdkirin û birînda kirîna endamên me, rejîma Sûriyeyê ye.” -
Dewleta Tirk sivîlê ku birîndar kirî revand
Dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên xwe ve wesayîtek ku li ser rêya gundewarên Girê Spî gule barankirin. Dagirkeran sivîlê birîndar kirin bi wesayîta wî revandin. -
Li Rojava bi çandina daran 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çandina daran hate pîrozkirin. -
Êrîşî gundên Girê Spî tê kirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Girê Spî bomberdûman dikin. -
Li Qamişloyê rejîmê êrîş kir: Endamekî asayîşê şehîd bû
Hêzên rejîma Sûriyeyê li Qamişloyê êrîşî wesayîtekê kir. Di êrîşê de endamekê asayîşê şehîd bû. -
Piştî Komployê û şûnde derneketiye
Terfa Elî ya 42 salî ku li Hesekê dijî, piştî Komploya Navneteweyî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şûnde derneketiye derve. -
TEV-DEM: 4‘ê Nîsanê ji bo gelan serdemeke nûjen e
TEV-DEM, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelê Kurdistanê û mirovahiyê pîroz kir û got: "Rojbûna Rêber Ocalan ji bo gelê Rojhilata Navîn rojbûna dîrokeke nûjen e.” -
Dewleta Tirk pêşî av û niha jî elektrîk ji ser Til Temirê qut kir
Dewleta Tirk a dagirker êrîş bire ser gundê Um el Kef a Til Temir, şebekeya elektrîkê kire hedef. -
'Tirkan xwest ku êşkence were zêdekirin'
Çeteya Cephet El Şamiye ya girêdayî dewleta Tirk bi destê DAÎŞ'iyan êşkence li Kurdên zindanê da kirin. -
Rejîma Tirk Girê Spî topbaran kir: 2 leşkerên Sûriyê mirin
Dewleta Tirk a dagirker, 3 gundên girêdayî Girê Spî topbaran kirin. Hate diyarkirin ku di êrîşê de 2 leşkerên Sûriyê hatine kuştin. -
Çeteyê ku amadekariyê êrîşê dikir hate kuştin
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyekî DAÎŞ’ê yê ku ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dibe û amadekarî dikir êrîşek bike hatiye kuştin. -
Amûra testê ya Covîd-19 a li Rojava bi çi rengî dixebite?
Pisporê Nexweşiyên Dil û Sîngê Înan Xelîl qala testa vîrûsa koronayê kir, ku ji aliyê doktorên Rojavayî ve hate çêkirin û ji ÎSO'yê sertîfîka wergirt. Xelîl destnîşan kir ku test 85 ji sedî encamên serketî nîşan dide. -
Rejîma Tirk gundên Eyn Îsa bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker du gundên Eyn Îsa dan ber topan. -
Di bomberdûmana li ser Til Temirê de sivîlek birîndar bû
Rejîma Tirk gundên girêdayî Til Temirê bombe kir. Di êrîşê de sivîlek birîndar bû. -
Dewleta Tirk vê carê şebekeya avê ya Um El Kêf teqand
Artêşa Tirk a dagirker piştî ku li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê av hatin qûtkirin, vê carê jî xeta avê teqandin. -
Artêşa Tirk gundê Eboş bombe kir: 2 leşkerên rejîmê mirin
Artêşa Tirk a dagirker bombe li gundê Eboşê barand. Ji hêzên rejîmê yek jê fermandar 2 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn. -
HRE: 6 çete hatin kuştin, wesayitek hate îmhakirin
Şervanên HRE'yê li Efrînê di çalakiyan de 6 çete kuştin û wesayitek îmha kirin. -
Dagirker bombeyan li gundên Efrîn û Til Temirê dibarînin
Artêşa Tirk a dagirker bombardûmaneke giran li gundên Efrînê û Til Temirê dike. -
Perwedeya pirzimanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
Perwerdekaran qala modela perwedeya pirzimanî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirin û gotin, wan şoreşa perwerdeyê pêk anîne, serketinên mezin afirandine, lê belê ji bo dema dirêj pêwîstî bi destnîşankirina stratejiyekê heye. -
Dewleta Tirk li Zirganê 4 sivîl birîndar kir
Artêşa Tirk a dagirker gundê Rebîat a Zirganê bi dijwarî topbaran kir. Di êrîşê de 4 sivîl birîndar bûn. -
YPG’ê nasnameya şervanekî xwe ye şehîd eşkere kir
YPG’ê diyar kir ku şervanê wan Tolhildan Xwînrêj (Abdullah Kûtlû) ji ber nexweşiyê şehîd bûye.