ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Cenazeyê El Hebîb hate veşartin
Endamê Hêzên Xweparastinê Mihemed Xelef El Hebîb ku destpêka hefteyê jiyana xwe ji dest da, ji aliyê şêniyên Tirbespiyê ve hate veşartin. -
Li Babê teqînek pêk hat
Li Babê bombeya ku li wesayita çeteyê bi navê Ebû Feysel ê koma Sûltan Mûrad hatibû bicihkirin, teqiya. Di encamê de çeteyek bi giranî birîndar bû. -
OPCW: Sûriyeyê li Latamînayê çeka kîmyewî bi kar anî
Tîma tespîtkirin û lêpirsînê ya OPCW ku sala 2018'an ava kir, Sûriye sûcdar kir ku çeka kîmyewî bi kar aniye. -
Tirkiye nexweşên bi vîrûsê ketine dibe Rojava
Hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê Dr. Ciwan Mistefa got, dewleta Tirk nexweşên xwe yên bi vîrûsa koronayê dibe nexweşxaneya li Serêkaniyê û bi vî rengî sûc dike. -
Rêveberiya Xweser ji ber vîrûsê nerazîbûn nîşanî rejîma Sûriyeyê da
Komîteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser, nerazîbûn nîşanî rejîma Sûriyeyê da ku kesên testa pêwîst li wan nehatiye kirin bêyî agahiyê bide wan xistine herêmê. -
Dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîl revand
Çeteyên dewleta Tirk li Efrînê 5 sivîl revandin. -
Artêşa Tirk li Idlibê 57 baregeh ava kirin, 29 hezar leşker danîn
Dewleta Tirk piştî peymana Moskowayê hêza xwe ya leşkerî ya li Idlibê zêde kir. Hejmara baregehên leşkerî yên dewleta Tirk ên li herêmê bû 57, hejmara leşkerên li Idlibê hatine bicihkirin jî 29 hezar derbas kir. -
Dagirkeran bi obusan êriş birin ser gundên Şehbayê
Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi obusan êriş bir ser gundên Şehbayê. -
'Bi yekîtiyê em dikarin xwe ji êrişan biparêzin, rizgar bibin'
Siltan Hemo yê PYD'yî nerazîbûn nîşanî êrişên dewleta Tirk a dagirker da yên li ser stasyona elektrîkê û xeta avê yên Til Temirê û got, "Bi yekîtiyê em dikarin xwe ji êrişan biparêzin." -
Dagirkeran bombe li gundên Şehbayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bombe li gundên Şehbayê barandin. -
Cenazeyê şervanê QSD’ê Xalo Kobanê spartin axê
Cenazeyê şervanê QSD’ê Ehmed Mehmûd Muslim (Xalo Kobanê) yê dema li ser erka xwe bû di encama krîza dil de şehîd bû, bi merasîmekê spartin axê. -
'Sersebeba şewata li Kampa Newrozê dagirkeriya dewleta Tirk e'
Navenda Lêkolînên Jîneolojiyê ya Kantona Qamişlo derbarê şewata li Kampa Newrozê ku 7 jê zarok 8 kes miribûn raporek da û got, dagirkeriya Tirk sersebeba şewatê û mirinan e. -
HRE: 8 dagirker hatin kuştin, 2 wesayit hatin îmhakirin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand, ku di çalakiyên dijî hêzên Tirk ên dagiker de yek jê leşker 8 dagirker hatine kuştin û 2 wesayit hatine îmhakirin. -
Dagirker êrişê dibin ser gundên Til Temirê
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi obusan bombeyan li gundên Dildare û Um El Kêf ên Til Temirê dibarînin. -
Tevdîrên li kampa Waşokanî hatin şidandin
Heyva Sor a Kurd û Komîteya Tenduristiyê, li Kampa Waşokanî tevdîrên xwe dişidîne, ku şêniyên Serêkaniyê û Til Temirê yên ji ber dagirkeriya dewleta Tirk reviyane lê dimînin. -
‘Tedbîrên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêşîgirtina pandemiyê ye'
Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî pandemiya Covîd-19 daxuyaniyek da, diyar kir ku ji bo ketina pandemiyê ya herêmê asteng bikin gelek tedbîr hatine girtin. -
YPG'ê 8 şehîdên xwe bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG'ê 8 şervanên xwe yên di salên 2015 û 2016'an de şehîd bûn bi bîr anî. -
Cenazeyê endamê Ewlekariya Hundirîn Salih hate veşartin
Cenazeyê endamê Ewlekariya Hundirîn Wail Salih ê ku di êrîşa rejîma Sûriyeyê de şehîd bûbû, hate veşartin. -
Qedexeya derketina derve ji bo zarokên Efrînê bû firsend
Qedexeya derketina derve û navbedayina li dibistanan, ji bo zarokên Efrînê yên li herêma Şehbayê bû firsend. Bi afirîneriyeke xurt dema xwe derbas dikin. -
Rêveberiya Xweser dema derketina derve dirêj kir
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, dema qedexeya derketina derve ji bo 15 rojên din dirêj kir. -
Li Eyn Îsayê mayin teqiya, zarokekî jiyana xwe ji dest da
Li gundekî Eyn Îsa yê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, mayinek ji çeteyên DAÎŞ'ê ma teqiya. Ji ber teqînê zarokekî 13 salî jiyana xwe ji dest da. -
Li Şehbayê metirsiya vîrûsa koronayê û gefa Enqereyê
Efrîniyên ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk koçî Şêrawa û Şehbayê kirin, tevî zehmetiyên koçberiyê û gefa şewbê, her wiha dibin hedefa bombardûmana dewleta Tirk û çeteyên wê. -
Dewleta Tirk Til Rifat bomberdûman kir
Dewleta Tirk gundekî Til Rifatê yê Şehbayê bomberdûman kir. -
Dagirker li Şergirakê malên gundiyan hildiweşînin
Hate ragihandin, li gundê Şergirakê yê Eyn Îsayê ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, malên gundiyan tên hilweşandin. -
Ji bo rewşa awarte navenda tenduristiyê li Şehbayê tê amadekirin
Li dijî berbelavbûna vîrûsa koronayê li hemû dinyayê desteya tenduristiyê li Şehba dest bi amadekirina navenda tenduristiyê kir.