ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
HRE: Şervan Elo yê 21'ê Adarê birîndar bû şehîd bû
HRE'yê ragihand, şervanê wan Xalid Elo bi nasnav Efrîn ê 21'ê Adarê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de birîndar bû di 31'ê Adarê de şehîd bûye. -
Li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê perwerde wê bi rêya televîzyonê bidome
Komîteya Perwerdeyê ya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ku ji ber vîrûsa koronayê navber da perwerdeyê, wê ji hefteya bê û pê ve bi rêya televîzyonê perwerdeyê bidomîne. Bernameyên dersên bi navê "Dibistana Malê" hatin kişandin û wê li Rojava TV bên weşandin. -
Dagîrkeran êrîşî gundên Minbicê kirin: Birîndar hene
Çeteyên dewleta Tirk gundên Minbicê bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku sivîlên birîndar hene. -
Şaredariya Şehbayê li dijî vîrûsa koronayê zend û bend ba da
Şaredariya herêma Şehbayê, ji bo şêniyên herêmê ji nexweşiya vîrûsa koronayê biparêze bi şev û roj bi rengê seferberiyê dixebite. -
Herêma Rêveberiya Xweser li dijî vîrûsa koronayê bi tenê ye
Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku nifûsa xwe pênc milyon e û milyonek penaber lê ne, li pêşberî vîrûsa koronayê bi tena serê xwe hatiye hiştin. -
QSD: Li girtîgehê rewş di bin kontrola me de ye
Berdevkê QSD’ê Kîno Gabrîyel got: “Tu çeteyekî DAÎŞ’ê nereviyane, girtîgeh di bin kontrola me de ye.” -
Li Eyn Îsayê dewriyeyên li dijî vîrûsa koronayê
Yekîneyên ewlekariyê yên li Eyn Îsayê, têkildarî tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê li dewriyeyê digerin. Yekîneyên ewlekariyê ji bo tenduristiya gel 24 saetan kar dikin. -
Li Eyn Îsayê 2 dagirker hatin kuştin, doçkayek hate îmhakirin
Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe êriş birin ser gundê Hoşanê yê Eyn Îsayê. Şervanan di cih de bersiv dan êrişê û wesayitek ku doçka li ser bû îmha kirin. Di bersivê de 2 çete hatin kuştin. -
Semar Ebdullah: Dewleta Tirk milyonek mirov bêav hişt
Hevseroka Meclîsa Kantona Hesekê Semar Ebdullah diyar kir, ku dewleta Tirk milyonek mirov bêav hiştiye, bi vî rengî pêwîstiyên bingehîn weke çekekê bi kar tîne û sûcê li dijî mirovahiyê dike. -
Li girtîgeha Hesekê rewşa dawî -NÛ BÛ
Bûyera DAÎŞ'iyan a li girtîgeha li Hesekê dewam dike. Çete dixwazin hevdîtinê bi rayedarên Koalîsyonê û Xaça Sor re bikin. -
Li girtîgeha Hesekê çi diqewime?
Girtiyên DAÎŞ'î ku Rêveberiya Xweser bi salan e balê dikişînin ser metirsiya wan, li girtîgeha Hesekê bûyer derxistin. Rayedarekî girtîgehê got, ew li girtîgehê derbasî rewşa awarte bûne. -
Endamên DAÎŞ’ê yê li girtîgehên Hesekê îsyan kirin
Piştî binketina Baxozê nêzî 5 hezar DAÎŞ’yên li girtîgehên Hesekê îsyan kirin. -
Li Şêxmeqsûdê gel ji malên xwe dernakeve
Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê gel ji ber koronavîrûsê ji malên xwe dernakevin, şaredarî jî bi kar û xebatên yên paqijiyê berdewam dike. -
Pirtûka 'Make Rojava Green Again' bi zimanê Kurdî derket
Beriya çend rojan pirtûka kampanya "Make Rojava Green Again" (Rojava ji nû ve hêşîn bikin) bi du zimanên Kurdî û Tirkî derket. -
'Li Rojava tevdîr hatin standin; bila her kes baldar be'
Dr. Ebdulezîz Mîo ji bo xweparastina ji vîrûsa koronayê hin pêşniyar kir û got, li Rojava gelek tevdîr hatine girtin û divê her kes bi berpirsyarî rabe. -
Gundên Şerayê tên bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi topan li gundên Şerayê didin. -
Li Girkê Legê ji ber lêhiyê pir hilweşiya
Pira li gundê Kêşkê ya di navbera Girkê Lêgê û herêma Aliya de, ji ber sedema lêhiya li herêmê ya bi bandor hilweşiya. -
NY: Ji bo Sûriyeyê pêdivî bi planeke lezgîn heye
Komîsyona Lêkolînê ya Sûriyeyê ya Serbixwe ya Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser pandemiya Covîd-19’ê û bang kir ku ji bo Sûriyeyê pêdivî bi planeke lezgîn heye. -
MSD: Divê li gorî banga NY were tevgerîn
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku li gorî banga Neteweyên Yekbûyî nayê tevgerîn. MSD’ê xwest ku kesên girtî werin berdan û aqûbeta kesên hatine revandin jî were eşkerekirin. -
Rêveberiya Xweser: Em amade ne derfetên di destê xwe de pêşkêşê Mexmûrê bikin
Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê guh da banga Meclîsa Gel a Demokratîk a Mexmûrê ku di têkoşîna li dijî vîrûsa Koronayê de piştevaniya wan bike. Rêveberiya Xweser anî ziman ku wê piştgiriyê bide Mexmûr. -
Malbatên girtî yên Efrînî: Dewleta Tirk dikuje
Malbatên girtî yên Efrînî gotin dewleta Tirk girtiyên siyasî bernade û wiha wan ber bi mirinê ve tehf dide, bang li rêxistinên navnetewî kirin. -
Dagirkeran bombe li Til Rifatê barandin: 2 sivîl birîndar bûn
Dewleta Tirk a dagirker û komên wê yên çete bombe li Til Rifatê barandin. Ji ber bombardûmanê 2 sivîl birîndar bûn. -
Yûsif: Me derfetên xwe hemû seferber kirin
Endama Konseya Rêveber a PYD'ê Hediye Yûsif diyar kir, di demekê de ku dinya hemû li dijî şewba vîrûsa koronayê têdikoşe dewleta Tirk êrişî Rojava û Şehbayê dike û destnîşan kir ku ji bo parastina gelê Rojava wan derfetên xwe hemû seferber kirine. -
Sivîlê TRT'ê çeteyê DAÎŞ'ê bû
Hin çeteyên DAÎŞ'ê, ku piştî rizgariya Girê Spî û Reqayê reviyan Tirkiyeyê, piştre bi navê 'SMO' tevlî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bûn. Hinekan ji wan bi rêya TRT'ê gef li Kurdan xwarin. -
Li Sûriyeyê hejmara kesên bi vîrûsê ketin bûn 4 kes
Rêveberiya Tendirustiya Sûriyeyê ragihand ku li ser 3’ê kesên din nexweşiya koronavîrûsê hate tesbît kirin. Li gorî daxuyaniya fermî hejmara kesên bi vîrûsê ketine bûn 4 kes.