ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li gelek bajarên Herêma Cizîrê dewleta Tirk hate protestokirin
Êrîşa ku dewleta Tirk di 5’ê Hezîranê de li dijî Mexmûrê kiribû û êrîşên dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê tê kirin, li gelek bajarên Cizîrê hate protestokirin. -
HRE: 12 leşker û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) regihand ku di çalakiyên 1-3’yê Hezîranê de yên li Mera, Bab, Ezaz, Efrînê bi giştî 14 leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin, 7 jî birîndar bûne. -
Artêşa Tirk û çeteyên wê sivîlek bi êşkenceyê qetil kir
Kiryar û binpêkirinên dewleta Tirk ên li qadên dagirkirî bê navber didomin. Li Efrînê welatiyê bi navê Mihemed Hisên Misto (49) li zîndanên çeteyên Feyleq El Şam a dewleta Tirk destekê dideyê, bi êşkenceyê qetil kir. -
Dewleta Tirk bombeyan li Şêrawayê dibarîne
Artêşa Tirk a dagirker bombeyan li gundekî navçeya Şêrawa ya Efrînê dibarîne. -
Xelkê Kobanê xwedî li berxwedana gerîla derket
Li Kobanê bi sedan kes li dijî êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê meşiyan û bang li her kesî kirin ku xwedî li berxwedana gerîla derkevin. -
Ciwanên Kobanê û Helebê: Em bi gerîla re ne
Rêxistinên Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîşên li ser kampa Mexmûrê û ya li ser gundên Şêrawa şermezar kirin û diyar kirin wê bi gerîla re bin. -
Du gundên Şerayê hatin bomberdûmankirin
Dewleta Tirk a dagirker du gundên Şeraya Efrînê bomberdûman kir. -
PYD: Divê Iraq û Başûr berpirsyariya xwe bi cih bîne
PYD’ê nerazîbûn nîşanî êrîşa li ser Mexmûrê da û bang li rêveberiyên Iraq û Başûr kir ku bila berpirsyariya xwe bi cih bîne. -
Êzidiyên Helebê êrişên li ser qadên gerîla şermezar kirin
Endamên Mala Êzidiyan a Helebê, êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û diyar kirin ku armanca dewleta Tirk tunekirina gelê Kurd e. -
Li Serêkaniyê teqîn
Li rojhilatê Serêkaniyê di wesayiteke dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de bombeyek hate teqandin, çeteyên birîndar û kuştî hene. -
Li Şehbayê mayin teqiya: 3 zarok bi giranî birîndar bûn
Li gundê Babnisê yê Şehbayê, doh êvarê mayin teqiya. Di encamê de 3 zarok bi giranî birîndar bûn. -
Li Eyn Îsayê piştî bomberdûmanê agir bi qadê ket
Piştî ku dewleta Tirk a dagirker bejahiya Eyn Îsayê bomberdûman kir, agir bi kampa penaberan a li herêmê ket. -
Ji bo 24 şehîdan şîn hate danîn
Ji bo 24 şehîdên ku li Goristana Şehîd Dîcle hatibûn veşartin û ji ber qedexeya derketina derve şîna wan nehatibû danîn, li Kobanê şîn hate danîn. -
Rêveberiya Xweser endamên malbata çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî Hollandayê kirin
Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser yek jê jin 3 zarokên çeteyên DAÎŞ’ê teslîmî rayedarên hikumeta Hollandayê kirin. -
Bîlançoya meha Gulanê ya êrîşên li ser Minbîcê
Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê bîlançoya meha Gulanê ya êrîşên li ser Minbîcê eşkere kir. -
Di bomberdûmana deweleta Tirk de zarokek keç a 14 salî hatiye qetilkirin-NÛ BÛ
Di topbarana dewleta Tirk a saet 01:00’an a li ser gundê Meyasê ya girêdayî navçeya Şêrewa ye Efrînê de, zarokek keç a 14 salî ya bi navê Zeyneb Hisen Îbrahîm hatiye qetilkirin. -
YAT’ê li Şedadê emîrekî DAÎŞ’ê girt
Yekîneyên Antî Teror ên girêdayî YPG’ê bi operasyonekê li gundê Belaliyê ya Şedadê emîrekî DAÎŞ’ê yê bi navê Ebdilkerîm Ebdillah girtin. -
Dewleta Tirk bombe li gundekî Şêrawayê barand
Dewleta Tirk a dagirker bi topbaranê bombe li gundê Birc Qasê ya Şêraewayê barand. -
Li Efrînê teqînek pêk hat
Li taxa Mehmûdiyê ya Efrîn a di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyê wê de ye, teqînek bi hêz pêk hat. -
Gundên Şêrewa ya di bin dorpêçê de ye tê bombekirin
Artêşa Tirk a dagirker gundên Şêrewa ya di bin dorpêçê de ye da ber topan. Ji ber êrîşê ziyan gihişte zeviyên çandiniyê. -
Li Serêkaniyê çete bi hev ketin
Li Serêkaniyê di navbera komên çete yên bi navê Şuheda Bedir û El-Miwalî de şer derket, gelek çete hatine kuştin. -
Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriye: Li hember lîstikan baldar bin
Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kir ku bûyerên li Minbicê rû dane, armanca wan parçekirina tevna nîştimanî, têkbirina ewlehiya li bajêr û derxistina fitneyê di navbera pêkahteyan de ye. Desteyê bang li êlan kir ku bi lîstokan nexapin. -
Dewleta Tirk êrişî gundekî Girê Spî kir
Dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran êrişî gundekî li Girê Spî kir. -
Êrişên dagirkeriyê li Şêxmeqsûdê hate şermezarkirin
Li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê ji bo xwedîderketina li berxwedana gerîlayên HPG'ê meşek hate lidarxistin. Xerîb Hiso li qada çalakiyê axivî û destnîşan kir ku berxwedana li qadên gerîla ji bo gelên Rojhilata Navîn destketiyeke mezin e. -
Şehîdê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Xelîl spartin axê
Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Xelîl Hemû ku di Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li gundê Um Hoş a Kantona Şehbayê spartin axê.