ROJAVA-SÛRIYE
Li derdora 4 gundên bakurê bajarê Zirganê şewatên berfireh çêbûn. Şênî metirsîdar in ku mayînên li derdora gundan hatine çandin biteqin.
Fermandara Giştî ya YPJ’ê Rohilat Efrîn û berdevka YPJ’ê Rûksen Mihemed ku di panela ji aliyê Enstîtuya Aştî ya Kurd ve hat lidarxistin de axivîn, destnîşankirin ku neçar e ku jin di avakirina Sûriyeya nû û mekanîzmayên parastinê de cih bigrin.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 8 şervanên xwe ragihand û soz da ku wê li ser rêya cangoriyan têbikoşe.
Înîsiyatîfa Sûriyeyî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û Înîsiyatîfa Parêzeran a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê kir ku zextê li dewleta Tirk bikin ku "mafê hêvî" bixe meriyetê.
Fermandar Ebû Leyla ji bo serketina Şoreşa Rojava diçû her eniyê. Hêviya xwe ya heta kêliya şehadetê hil girtî, ji zarokan, gelê xwe û hevrêyên xwe re weke mîrate hişt.
Hemû Nûçe
-
‘ENKS li ser xeta xiyanetê ya PDK'ê dimeşe’
Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Kantona Efrîn û Şehbayê Cemal Reşîd diyar kir ku ENKS heman riya PDK'ê ya xiyanetkariya li dijî Kurdan dimeşîne û got ku divê ew jî bi bilindkirina asta berxwedana xwe li hemberî vê xiyanetê bisekinin.
-
-
YPJ'ê şehadeta şervaneke xwe ragihand
YPJ'ê ragihand ku şervana wan Rîm Elî El Casim di encama qezayeke trafîkê de şehîd bûye û got, "Weke hevrêyên Rîm, em ê her tim bi xurtkirin û bilindkirina yekîtiya jinên Kurd û Ereb parastina axa xwe bikin."
-
-
-
'Rêber Apo çavê me bi azadiyê ronî kir'
Dayîka Şehîd Barîn Cîhan Bozan diyar kir ku dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wê şansekî mezin bû û got: "Fikrên Rêbertî ji bo tevahî gelê bindest e, ji bo azadiya jinê ye. Rêber Apo jin a kole rizgar kir û çavê me bi azadiyê ronî kir."
-
HRE'yê nasnameya şehîdekê eşkere kir
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyekê ragihand ku şervana wan Zîn Sekvan 18'ê Tebaxê di encama êrişeke xedar a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.
-
-
-
-
-
‘Malbata Barzanî êdî asta xiyanetê jî derbas kiriye’
Endamê Meclîsa Giştî ya PYD'ê Salih Nûh têkildarî xiyaneta malbata Barzanî got, "Di dirêjahiya dîrokê de malbata Barzanî her tiştên derexlaqî pêk aniye. Komara Mahabadê, nexweşxaneya Hewlêrê û Efrîn a hatiye dagirkirin mînakên vê rastiyê ne."
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
PYD: 15’ê Tebaxê rêya vejînê ye
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi daxuyaniyeke nivîskî Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir û got “15’ê Tebaxê rêya vejînê ye.”
-
‘Şoreşa Rojava mîrateya Pêngava 15'ê Tebaxê ye’
Şaziya Îbrahîm destnîşan kir ku, Pêngava 15’ê Tebaxê mîrateyek xurt a berxwedanê ji bo hemû Kurdistan û bi taybetî jî Rojavayê Kurdistanê re hiştiye û got ku bû sedem dilê her Kurdekî welatparêz bi hev re lêxe.
-
Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş kirin: 3 leşkerên Şamê mirin
Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAÎŞ'ê li herêma Palmîrayê êrîş birin ser depoyeke cebilxane ya hêzên alîgirê Şamê. Di encamê de 3 leşkerên Şamê hatin kuştin.
-