Xelkê Qamişloyê: An jiyanek bi rûmet an jî mirineke bi rûmet!
Şêniyên bajarê Qamişloyê ku tevlî seferberiya giştî bûne, gotin "An jiyaneke bi rûmet, an jî mirineke bi rûmet. Vebijêreka sêyemîn nîn e."
Şêniyên bajarê Qamişloyê ku tevlî seferberiya giştî bûne, gotin "An jiyaneke bi rûmet, an jî mirineke bi rûmet. Vebijêreka sêyemîn nîn e."
Şêniyên bajarê Qamişloyê ji duh ve ji bo parastina herêma xwe seferber bûne. Şêniyan diyar kir ku vebijêrka wan a yekane berxwedan e.
Mihemed Becar Çeto got: "Em ne hêza parastinê ne û ne jî hêzeke leşkerî ya fermî ne. Me çek rakiriye da ku gelê xwe û rûmeta xwe ji êrişan biparêzin. Şer li ser me hatiye ferzkirin, ji ber vê yekê em ê heya dawiyê li ber xwe bidin û teslîm nabin."
Mihemed Çeto bang li gelê Kurd ê çar aliyên Kurdistanê kir ku piştgiriya Rojava bikin û got: "Hêza rasteqîn ji xwîna şehîdan tê girtin. Gel dê heya dawiyê li ber xwe bide û çete çawa berê têk çûn dê dîsa têk biçin."
Hêvîn Îbrahîm jî da zanîn ku Rojava li pêşberî xetereyeke rasteqîn e û ev li gotinên xwe zêde kirin "Kurdistanî li çar aliyên Kurdistanê ji bo me rabû ser pêya. Em tu carî natirsin. Em ê heya dawiyê li ber xwe bidin. Em ê asta têkoşînê mezintir bikin. Em ê çek rakin û gelê xwe biparêzin."
Hêvîn Îbrahîm destnîşan kir ku biryara wan berxwedan e û got, an jiyaneke bi rûmet an jî mirineke bi rûmet, vebijêrka sêyemîn tune ye.
Mihemed Kermo jî banga yekitî û têkoşîna hevpar li çar aliyên Kurdistanê kir û got, piştgiriya hundirîn mîsogeriya parastina hebûna Kurd e.
Kermo gelê Kurd serî natewîne û dê piştgiriya bi şervanan re bidomîne.
Feysel Hecî Nayîf jî diyar kir ku wî ji bo parastina gel û mafê wê çek rakiriye û banga yekitiyê li hêzên Kurd kir. Her wiha got, mîna berê her êrişek dê bi îradeya yekbûyî ya gel were bersivandin.