Xelkê Şengalê ji bo xwedîderketina li Rojava doh bi şev li qadan bû
Xelkê Şengalê ji bo xwedîderketina li Şengalê doh bi şev jî li qadan bû. li Tilizêr û Sîba Şêx Xidir çalakî hatin lidarxistin.
Xelkê Şengalê ji bo xwedîderketina li Şengalê doh bi şev jî li qadan bû. li Tilizêr û Sîba Şêx Xidir çalakî hatin lidarxistin.
Di şeva 20'ê Çileya 2026'an de li navenda Tilizêr gelek kes li hev kom bûn, agir pêxistin û bê navber dirûşmeyên dilsoziya bi berxwedana Rojava re qîriyan. Piştre di nava bajêr de bi karwanê wesayîtan geriyan û heya komelgeha Sîba Şêx Xidir dewam kir.
Li komelgehê piştre li ber peykerê Ş. Xeyrî ku li navneda Sîba Şêx Xidire, agir hate pêxistin û heya derengiya şevê çalakiya ji bo piştgiriya Rojava dewam kir.