Tabûra enternasyonalîst: Qedandina DAIŞ'ê armanca me ya hevpar e!
Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê ya li eniya Reqayê, ji şervanên gelek welatan pêk tê. YPG'yiyên enternasyonalîst, li çeperên pêş ên eniya Reqayê tevlî operasyonan dibin.
Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê ya li eniya Reqayê, ji şervanên gelek welatan pêk tê. YPG'yiyên enternasyonalîst, li çeperên pêş ên eniya Reqayê tevlî operasyonan dibin.
Şervanên ji çar aliyên cîhanê cihê xwe di nava Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê de digirin, ji bo azadiya Reqayê şer dikin. Şervanên YPG'ê yên enternasyonalîst, destnîşan dikin ku ew ji welatên cuda yên cîhanê li hev civiyan e û ji bo armancekê dixebitin. Şervanên Tabûra Enternasynalîst a YPG'ê destnîşan kirin, ku heta Reqa rizgar bibe û şêniyên Reqayê bibin xwedî jiyaneke azad, wê şer bikin.
Şervanên Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê, ku hem di nava komên êrîşê de cih digirin, hem jî li eniyên paş bi erka parastinê radibin, bersiv dan pirsên me.
Di nava Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê de bi giranî şervanên kîjan welatan cih digirin?
ROBÎN ŞOREŞ: Ez ji Amerîkayê me. Ji Fînlandiya, Spanya, Skoçya Brîtanya, Fransayê hevalên me hene di nava tabûra me de.
Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê kengî ava bû û wezîfeyên xwe çi ne?
MARCELLO: Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê, Kanûna 2016'an ava bû. Me cihê xwe di operasyona Sîncarê de girtibûn. Piştre tevlî operasyona Tebqayê bûn. Dûre YPG'ê em onore kir û Tabûra Enternasyonal a YPG'ê ya ji şervanên welatên derve, bi awayekî fermî ragihand. Niha jî em li vê derê, ji bo rizgarkirina Reqayê bi erk û wezîfeya xwe radibin.
Armanc û motîvasyona Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê çi ye?
OLLÎSA: Şervanên ji welat û etnîkên cuda li hev civiyane. Taybetmendiya herî meizn a vê cihêrengiyê ew e ku ji bo armancekê dixebitin. Armanca hevpar a me hemûyan tinekirina DAIŞ'ê ye. Motîvasyona me ya herî mezin jî ew e ku mirovên ji welatên cuda di nava vê armanca hevpar de li hev civiyane.
Pozîsyona we ya di operasyona Reqayê de çi ye?
DÎVAR ALBA: Em li vê derê di nava operasyonan de cih digirin. Em yek ji komên pêşeng ên êrîşê ne. Yek ji wan komên ku derbên destpêkê li DAIŞ'ê dixin. Di şerê Reqayê de wezîfeya me ya yekane û pozîsyona me ya rojane, cihgirtina li nava komên êrîşê ye.
Cudahiya navbera Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê û şervanên ji cîhana rojava yên li nava YPG'ê çi ye?
CESÛR BAKUR: Em rojavayiyên li nava Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê, cihê xwe di nava heman tabûrê de digirin û bi hev re tevdigerin. Em hemû li heman deverê bi cih dibin. Lê belê hevalên me yên din ên ji cîhana rojava yên li nava YPG'ê, herî zêde bi du kesan di nava tabûrên cuda de cih digirin. Yekane cudahiya me ya di nava YPG'ê de ev e.
Piştî rizgarkirin Reqayê, weke Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê plana we çi ye? Hûn ê li kîjan qadê bixebitin?
ŞERSAN TÛÇO: Em tabûrek ser bi YPG'ê ve ne. YPG çi bike û li ku be, eger ji me bê xwestin em ê jî bê pirs bi wan re bikin. YPG li ku be, em ê jî li wir bin.
We gotin, hûn bi komên êrîşê tevdigerin. Weke Tabûr, di dema vê liv û tevgerê de bîranîneke we di pêngava Reqayê de hûn dixwazin parve bikin heye?
MARCELLO: Şevekê ku em di operasyona êrîşê de bûn, em ketibûn nava herêmên DAIŞ'ê. Û ji pişt ve me yekîneyeke YPG'ê diparast. Koma ku me ew diparast, ketibû kemîna DAIŞ'ê. Gelek hevalên me birîndar bûn, hevalê me yê şehîd jî hebû. Li gel me hevalên ku alîkariya destpêkê dikin hebû. Cihê kêfxweşiyê ye ku wan hevalên me wê şevê gelekî xebitîn û hevalên me yên birîna wan gelekî giran bû, rizgar kir. Piştre me operasyon dewam kir û me DAIŞ'iyên hevalên me xistin kemînê dîtin û ew îmha kirin. Ev yek bîranîneke me bû, wê ti carî ji bîra me neçe.
Hûn Tabûra Enternasyonalîst a YPG'ê perwerdeyeke taybet dibînin?
DOGAN DÛŞAŞÎNANÎ: Bernameyeke me ya taybet a perwerdeyê heye. Bernameyeke perwerdeyê ku bi taybetî giraniyê dide ser qadên şer, operasyonan, êrîş û sabotajê. Ji bernameya perwerdeyê ya YPG'ê çend hefteyan zêdetir em perwerdeya xwe didomînin û xwe ji bo pêngavan amade dikin.
Ji eniya Reqayê hûn dixwazin mesajeke çawa bidin cîhanê?
ARYA ŞERVAN: Dema xwe qet ne girîng e. Çi zû çi jî dereng, armanca me ya bingehîn rizgarkirina Reqayê ye. Û em ê vê bikin. Em soz didin her kesî ku em ê têkbirina DAIŞ'ê û serketina xwe ji navenda Reqayê ji tevahiya cîhanê re ragihînin.
DÎVAR ALBA: Li vê derê em tevlî hemû operasyonan dibin û gav bi gav nêzî armanca xwe dibin. Ji bo rizgarkirina Reqayê çi ji destê me tê em dikin. Bila her kes zanibe, ya ku divê bê kirin em li vê derê dikin.
MARCELLO: DAIŞ'ê li welatên rojavayî dest bi êrîşê kir. Lê binerin, va ye li vê derê ciwanên Amerîkî, Ewropî hene û li dijî DAIŞ'ê şer dikin. Li vê derê xeteriyên mezin didin pêş çavên xwe û destekê didin şoreşa demokratîk. Ji bo tinekirina DAIŞ'ê em li vê derê ne. Em hewl didin ji bo mirovên Sûriyeyê derfetê biafrînin ku karibin bi rengekî azad û aştiyane bijîn. Li vê derê her şev xeteriyên gelekî mezin derdikevin pêşiya me. Mesaja min ji cîhanê re ew e, ku bila tenê nebin temaşeker û der barê rewşa li vir de bi berpirsyarî tevbigerin.
OLÎSSA: Em hemû bi dildarî li vê derê ne. Em li vir in ji ber ku em bawer dikin ku dikarin vî dijminî tine bikin. Armanca me tinekirina wan e. Ne tenê hebûna wan, her wiha em ê mantalîteya wan jî tine bikin. Şerê li vir tê kirin ne tenê ji bo vir e, li ser navê hemû mirovahiyê ye. Em li vir in ji ber ku haya me ji girîngî û wateya hebûna li vir heye. Em ji bo hemû gelan şer dikin.
CESÛR BAKUR: Reqa wê bê rizgarkirin, lê ya ji niha û pê ve girîng e. YPG mirovên Reqayê bi tenê nahêle. Mirovên gelên rojavayî jî wê piştgiriya xwe ya ji bo YPG'ê bidomîne. Em ê li cem hemû gelên divê azad bibin cih bigirin û ji bo wan şer bikin. Em ê nehêlin zîhniyetên mîna DAIŞ'ê li vê erdnîgariyê ji nû ve zindî bibe.
ŞERSAN TÛÇO: Dixwazim ji welatê xwe Fînlandiya û welatên cîhanê re bêjim; piştgiriyê bidin têkoşîna me. Dixwazim bala wan li ser vê têkoşînê be. Em li vê derê li dijî DAIŞ'ê şer dikin û vê yekê jî ji bo tevahiya mirovahiyê dikin. Em ê bi ser bikevin. Ji bo serketinê em her tiştî dikin.