Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî, bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Abdî re axivî

Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî, bi rêya telefonê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Abdî re axivî. Di gotûbêjê de rewşa ewlehiyê li Sûriyê û metirsiyên li ser ewlehiya herêmî hatin nirxandin.

Demek berê, Serokwezîrê Iraqê Muhammed Şiya es-Sudanî bi telefonê bi Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mazlûm Abdî re axivî.

Di axaftinê de her du alî, pêşketinên dawî, rewşa ewlehiyê ya Sûriyê û bandora wê li ser ewlehî û aramiya herêmî û ewlehiya navxweyî ya Iraqê nirxandin. Sudanî her wiha bal kişand ser parastina yekparebûna axa Sûriyê.

Sudanî got ku divê di çareserkirina pirsgirêkan de zimanê diyalogê bê bikaranîn û girîngiya parastina mafên hemû pêkhateyên Sûriyê hate destnîşankirin. Her wiha da zanîn ku divê reva terorîstan ji girtîgehan bê astengkirin, da ku ew ji bo ewlehiya Sûriyê, Iraqê û bi giştî herêmê nebin metirsiyekê.