Serketina QSD'ê ya li dijî DAÎŞ'ê li Amûdê hate pîrozkirin
Serketina QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku li Baxozê dawî li hebûna DAÎŞ'ê ya li herêmê hate anîn, li Amûdê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Serketina QSD'ê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ku li Baxozê dawî li hebûna DAÎŞ'ê ya li herêmê hate anîn, li Amûdê bi şahiyekê hate pîrozkirin.
Serketina Hêzên Sûriyeya Demokratîk a li dijî çeteyên DAÎŞ'ê, ji aliyê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve bi kelecaneke mezin hate pêşwazîkirin.
Bi vê armancê li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê şahiyek hate lidarxistin. Di destpêkê de li goristana şehîdan merasîmeke leşkerî pêk hat. Piştre girseya gel berê xwe da qada Seyranê û li wir şahiyek li dar xist.
Bi navê Saziya Malbatên Şehîdan Zîwer Elî axivî û got, "Serketina ku me bi dest xist bi saya şehîdan û şervanên me yên azadiyê ye. Em vê serketinê li dayikên şehîdan pîroz dikin."
Bi navê Hêzên Leşkerî jî Heval Rûbar axivî û got, "Şervanên me baş zanin ku divê gelê xwe çawa biparêzin."
Li ser navê Meclîsa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdellah Ehmed jî diyar kir, "Bi saya felsefeya Rêber Apo û xwîna şehîdan me serketin bi dest xist. Me zilma 6 salan ji holê rakir.