QSD: Di êrîşa hikumeta veguhêz de şervanekî me şehîd bû

QSD'ê ragihand ku li bejahiya Dêrazorê di êrîşa komên çekdar ên ser bi hikumeta veguhêz de ku li ser nuqteyeke wan hate kirin, şervanekî wan şehîd bû, 9 şervan jî birîndar bûn.

ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA

Navenda Ragihandina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê ragihand ku komên çekdar ên hikumeta veguhêz bi dronekê êrişî nuqteyeke wan a li gundê Merat ê herêma 7 Gundan a gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir.

Li gorî navendê, di encama êrişê de şervanekî QSDˊê şehîd bû û 9 jî birîndar bûn.

QSDˊê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan tavilê bersiva êrişê da, nuqteyên çekdaran ên li aliyê din ê çema Firatê topbaran kirin û êrişkar birîndar kirin.