QSD: Dewleta Tirkiyê bombe li karwanê sivîlan barand

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku dewleta Tirk a dagirker karwanê sivîlan bomberdûman kir a ku di 22’ê Sibatê de ji bo piştgirîdayîna berxwedana Efrînê ketibûn rê.

QSD’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku dewleta Tirk hovîtiya DAÎŞ’ê derbas kiriye û têkildarî êrîşên wê yên li ser sîvîlan banga lêpirsinê li saziyên peywendîdar kir.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye;

“Berxwedana gelê me yê li Efrînê roj bi roj li hemberî têkşikandina dagirkeriyê israra xwe zêde dike. Dewleta Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê hovîtî û terora xwe li dijî welatiyên sivîl zêde dikin.

Beriya du rojan di 22’ê Sibata 2018’an de karwanekî welatiyên sivîl ên herêmên Bakurê Sûriyeyê ji hemû pêkhateyan derbasî Efrînê bûn, da ku piştgiriya berxwedana serdemê bikin û hovîtiya terorê şermezar bikin.

Lê dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê li rex hemû dîmenên kuştin û lîstina bi cenazeyên sivîlan bi xwîneke sar, nikaribûn xwe li hemberî vê hevgirtina welatiyan ragirin. Tevî vê yekê welatiyan bi israr berê xwe dan Efrînê û dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê karwan bi awayekî rasterast topbaran kir û di encamê de ciwanek şehîd bû û 12 welatiyên din jî birîndar bûn.

Weke her car dewleta Tirk hewl dide rastiyan berevajî bike û rayedarên wê derketin ser ekranên dezgehên çapemeniyê û îdîa kirin ku ev karwanê welatiyan, karwanekî çekdar e. Ev îddîa li ser zimanê serokê Tirkiyeyê û serokê artêşa Tirkiyeyê hate belavkirin.

Karwanê welatiyan ku li ber çavên hemû dezgehên çapemeniyê re derbas dibûn, her kes baş dizane ku ev karwanekî welatiyên sivîl e û her kes baş nas dike ku topbarankirina karwanê sivîlan ji aliyê dewleta Tirk ve hovîtiya wê li dijî sivîlan piştrast dike. Kuştina welatiyan û lîstina bi cenazeyan çandeke artêşa Tirk e û gelek caran jî hovîtiya wê hovîtiya DAIŞ’ê derbas dike.

Em bang li raya giştî, sazî û rêxistinên peywendîdar dikin ku lêpirsînekê di derbarê vê sûcdariya Tirkiyeyê de pêk bînin. Em weke QSD’ê amade ne, di xebatên lêpirsînê de alîkar bin.”