Pêngava Reqa: 29 çete hatin kuştin
Di şerê bi dijwarî li çar aliyê bajarê Reqayê dom dike de, 29 çete hatin kuştin.
Di şerê bi dijwarî li çar aliyê bajarê Reqayê dom dike de, 29 çete hatin kuştin.
Pêngava rizgarkirina Reqayê didome û şer li hemû eniyên bajêr bi dijwarî dewam dike. Li Taxa Nezlit El-Şihadê ya ku dikeve başûrê bajar şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ`ê de rû da û di encamê de 1 jê sekvan 7 çete hatin kuştin û şervan li vê taxê bi pêş ve çûn. Li taxa Hîşam Ebdilmelêk şer giran bû û 1 jê sekvan 6 çete hatin kuştin.
Di şerê li taxa Berîd a dikeve bakurê rojavayê bajêr de jî 5 çete hatin kuştin.
Li taxa Reqayê Kevin jî çeteyan hewl dan bi wesayîteke bombekirî êrîş bikin, lê beriya ku bigihêje hedefa xwe hat teqandin. Her wiha şervanan li heman taxê balafireke keşfê ya çeteyan xistin û di encama şerê li vê taxê de jî 4 çete hatin kuştin.
Li Taxa Rewda ya dikeve bakurê rojhilatî bajar jî şerê giran rû dan û 7 çete hatin kuştin.
Şerê li van herêman bi hemû dijwariya xwe dewam dike.