NÛ BÛ-Pêngava Reqa: 2 taxên din jî hatin rizgarkirin
Şervanên QSD’ê piştî şerê îro qewimî û şûnde 2 taxên din ên Reqayê rizgarkirin.
Şervanên QSD’ê piştî şerê îro qewimî û şûnde 2 taxên din ên Reqayê rizgarkirin.
Pêngava Rizgarkirina Reqayê bi pêşketinên nû dewam dike. Li gorî agahiyên ku ji Reqayê hatin girtin, şervanên QSD`ê piştî şereke giran, taxên Mehdî û El-Refqa yên dikevin aliyê rojhilat ên Reqayê, ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin. Di şerên giran ên van her du taxan de, 17 çete hatin kuştin kuştin.
Piştî her 2 tax hatin rizgarkirin, şervanên QSD`ê derbasî taxa Reşîd û Mansûre bûn. Di encama şerê li van her 2 taxan de, 2 wesayîtên bombebarkirî û motorsiklêtekî çeteyan, hatin rûxandin.
Di şerê li taxa Reqaya Kevin heta niha dewam dike de jî 6 çete hatin kuştin.
Li Taxa Rewda a dikeve rojhilatê bajêr jî şer qewimî. Di şerê li vir jî 4 çete hatin kuştin. Di şerê li taxa Diriyê de jî 5 çete hatin kuştin, şervaneke QSD’ê jî birîndar bû.
Di heman demê de, li taxa Berîd di encama şerê demkî de, 3 çete hatin kuştin.
Li taxa Kevin di encama şerê giran de, sê şervanên QSD`ê bi qehremanî şer kirine û şehîd bûne. Li heman taxê 3 şervanên din jî birîndar bûn.