Operasyona Reqa: 26 çete hatin kuştin

Li eniyên bajarê Reqayê pêşveçûna şervanên QSD’ê didome. Di şerê îro qewimî de 26 çete hatin kuştin û wesayîteke çeteyan hate rûxandin.

Şervanên QSD′ê li bajarê Reqayê pêşve diçin û derbên giran li çeteyên DAIŞ′ê didin. Di şerê ku li taxa Reqaya Kevin a dikeve rojhilatê Reqayê, 5 çete hatin kuştin û wesayîtek hate rûxandin.

Di şerê li taxa Hîşam Bîn Ebdulmelîk ê dikeve başûrê bajêr de, 8 çete hatin kuştin.

Her wiha di encama şerê li taxa Reqad a dikeve bakurê rojhilatê Reqayê de jî 4 çete hatin kuştin.

Li aliyê din, li eniya rojavayê bajêr di pêşveçûna şervanan a li taxên Berîd û Diriyê de jî şer qewimî. Di şerê li taxa Berîd de 5 çete û li Diriyê jî 4 çete hatin kuştin.

Şerê li taxên Deriyê, Rewda û Berîdê derketî dewam dike.

Li taxên Reqaya Kevin û Hîşam Bin Ebdulmelik dem bi dem şer diqewimin.