Minbicê rengê reş û tarî ji ser xwe avêt
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Zeynep Qenber got, Minbic a ku ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar bû, di nava salekê de ew rengê reş û tarî ji ser xwe avêt û jiyan ji nû ve ava kir.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Zeynep Qenber got, Minbic a ku ji dagirkeriya DAIŞ'ê rizgar bû, di nava salekê de ew rengê reş û tarî ji ser xwe avêt û jiyan ji nû ve ava kir.
Hevseroka Meclîsa Rêveber a Minbicê Zeyneb Qenber got "Di dema hemleya rizgarkirina Minbicê de, dema ku meclîsa leşkerî gundek rizgar dikir, ji bo vegera gundiyan û xizmeta wan, me li wî gundî dest bi kar dikir. 15'ê Tebaxa 2016'an, dema ku bajar bi temamî hat rizgarkirin, ji bo avakirina meclîsa Minbicê zemînek jî ava bûbû."
Qenber anî ziman, ku gelê Minbicê di nava salekê de rengê reş û tarî ji ser xwe avêt û wiha dewam kir: "Heta ku me ew tarîtî ji ser milet û zarokên vî bajarî rakir gelek xebat hatin kirin. Sê sal ne hindik in, bi taybet ji bo zarokan ku bi rojane şûna ku biçin dibistanan, kuştin û serjêkirin didîtin. DAIŞ'ê bi zanebûn dixwest zarokan fêrî xwînê û şûran bike. DAIŞ dibistan hemû kiribû nuqteyên xwe leşkerî û piraniya wan hilweşandibûn. Me kedek pir mezin da, bi alîkariya xelkê Minbicê heta me hemû dibistan ji nû ve ava kirin. Dibe ku ev zarok hinek ew dîmenên serjêkirinê ji bîr bikin û vegerin ser zaroktiya xwe."
Zeyneb Qenber ji bo pêkhatiyên Minbice got "Minbic nimûneya herî pêşketî û demokratîk e. Ji bo tevahî Sûriyeyê û miletê ku herî zêde ji pêşketin û demokratê re vekirî ne."
Hêjayî gotinê ye ku Minbic bajarê yekemîn e yê serî li hember DAIŞ’ê rakiriye. Dema ku di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de bû, bi wêrekî li navenda bajêr bi sedan kes rabûn û ji DAIŞ'ê re gotin na. Tevî ku DAIŞ’ê piştre, piranî ji wan kuştin. Lê mirov dikare bibêje gaveke herî wêrek bû. Salek di ser rizgarkirina Minbice re derbas bû û di warên perwerdehî, xweparastin, avarkirina meclîsan, xwerêveberî, tendirustî û aborî de gelek pêşketin pêk hatin.