Mafên Mirovan a Efrînê: Çeteyên hikumetê bi dehan komkujî pêk anîne

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî bi çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker bi dehan komkujî li dijî şêniyan di 2 rojên borî de kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye li ser malpera xwe ya medyaya civakî komkujiyên ku çeteyên hikumeta demkî bi çavdêriya îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker di 2 rojên borî de li gelek bajarên Kurdan kirine belge kirin.

Rêxistinê diyar kir ku li dijî welatiyan li ser nasnameyê û aîdiyeta neteweyî komkujî hatin kirin. Ji ber hovîtiya komkujiyan rêxistin niharke dîmenên parve bike.

Rêxistinê da zanîn ku ji nava wan qurbaniyan welatî Henan Mihemed Qîşo yê ji şêniyên gundê Xelîl yê bajarê Şiyê yê Efrînê ye. Henan Mihemed Qîşo li ser giştî dema ji Tebqa vedigerî Efrînê di 19ˊê Çileyê de hat qetilkirin.