Li Sîwêr depoyên genim hate rizgarkirin
Şervanên QSD’ê depoyên genim yên li bajarokê Sîwêr rizgarkirin.
Şervanên QSD’ê depoyên genim yên li bajarokê Sîwêr rizgarkirin.
Pêngava Bagera Cizîrê ku di 9`ê mehê de hatibû destpêkirin bi pêşketinên şervanên QSD`ê didome. Di vê çarçoveyê de, şervanên QSD`ê depoyên genim ên bajaroka Siwer a bakur-rojhilatê Dêrazorê rizgar kirin. Li herêma Siwer şerê dijwar rû didin.
Li aliyê din şeva derbasbûyî çeteyên DAIŞ`ê êrîşe nuqteyên şervanên QSD`ê yên li kargeha şekir a bakurê Dêra Zorê, kirin. Li ser bersivdayîna şervanan li herêmê şerekî demkî rû da û di encamê de çeteyên DAIŞ`ê neçar man ku ji herêmê birivin.
Kargeha şekir di 16`ê Îlonê de ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin.