Li Reqayê xelek berteng dibe

Li Reqayê xeleka li dor çeteyên DAIŞ'ê berteng dibe. Di şer de 12 çete hatin kuştin û 2 çete bi saxî hatin girtin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê di roja 65’an de didome. Şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li eniyên rojhilat û rojava bi pêş ve diçin. Xeleka li dor çeteyan hatiye gerandin her ku diçe berteng dibe.

Li Nezlet Şehade ya li başûrê Reqayê şevê di di navbera şervan û çeteyan de şerekî giran çêbû û di encamê de 7 çete hatin kuştin, her wiha 2 çete jî bi saxî hatin girtin.

Li taxa Rewda ya li rojhilata bajêr şer hê jî didome û 2 çete hatin kuştin. Li taxa Berîd a li rojavayê bajêr jî di şer de 3 çete hatin kuştin.

Li taxa Reqaya Berê ya bajêr jî car caran şer çêdibe û derbarê şerê li vê taxê agahiyeke zelal nîn e.

Li gorî agahiyan şervanên QSD’ê xeleka li dor çetetan bergeng kirin û şervan li eniyên rojhilat û rojava pir nêzî hev bûne.