Li Reqayê şerê du rojan – ÇAVDÊRÎ

Ev du heftî ne di operasyonên bi rojê de berxwedanên dastanî têne nîşandan.

Di Pêngava Rizgarkirina Reqayê de ku bi pêşengiya YPG, YPJ, QSD’ê didome şer ber bi navendê ve bi pêş ve diçe. Operasyona ji hêla eniya rojhilat û rojava ve ji du baskan ve hatiye destpêkirin bi plana koordînasyona şer didome. Piştî ku baskên rojhilat û rojava bûne yek êdî bi temamî bêhn li DAIŞ’ê hatiye çikandin. Çeteyên DAIŞ’ê li navenda bajêr hatin asêkirin û kêlîkên xwe yên dawî dijîn. Li navenda bajêr ev çend roj in şerekî giran heye.

Di 52 rojên pêşî yên operasyona bi ser DAIŞ’ê de operasyon her çendî bi temamî di navbera berêvarî û berbangê de pêk dihatin jî, di van du heftiyên dawî de asta şer tê zêdekirin û di nav rojê de şer dijwar dibe. Cenga Mezin ku wê Reqayê ji DAIŞ’ê paqij bike û gelê Reqayê azad bike, armanc dike ku bi taybetî jin û zarokên Êzîdî yên li navenda bajêr û gelên ji herêmên cihê yên ji Rojava bi lez û bez bigihîne herêmên ewle.Li eniya rojhilata ya Reqayê, bi taybetî jî li nav Sûran DAIŞ’ê gelek sivîl rehîn girtine û di operasyonan de li dijî şervanan ji xwe kirine mertal. Şervan jî ji bo sivîlan bi pûtepêdanî tevdigerin. Bi operasyonên taybet sivîlên ku cihê wan hatine diyarkirin û sivîlên ku di dema operasyonê de xwe digihînin wan ji navenda bajêr têne derxistin. Ji bo derxistina sivîlan şervanên QSD’ê bi operasyonên taybet DAIŞ’ê tertûbelav dikin, ji ber ku DAIŞ sivîlan dike mertal operasyonên taybet li dar dixin. Bi vî rengî destûr nayê dayin ku sivîl ziyanê bibînin. Çeteyên DAIŞ’ê bi taybetî vê heftiya dawî her çendî bi wesayitên bombekirî, çalakiyên xwekuj, bi rêbazên mayin û suîqastê û sabotajê li ber xwe bidin jî di operasyonên QSD’ê de bi temamî têne tinekirin.

Ev du heftî ne operasyon gav bi gav têne dijwarkirin û berxwedaniya dastanî tê nîşandan. Ji bo ku em vê berxwedanê belge bikin û kêm jî be ya ku tê jiyîn nîşan bidin du rojan em bi şervanan re tevdigerin. Hemû komên êrîşê yên ku ji şervanên Kurd û Ereb çêbûne ji şervanên YPG-YPJ’ê pêk tên. Kom berê sibehê têne cem hev, li cihê civinê planên xwe kontrol dikin, bi komî, bi wesayitên zirxî diçine cihê xwe. Piştî ku hemû kom derbas dibin, koma êrîş û teqwiyeyê rêya mayî bi meşê divê biçin. Li nav sûra dîrokî şervan dimeşin. Bajêrê ku em li nav dimeşin giraniya şer nîşan dide. Avahiya ku em di ber re diçin bi guleyan qilomilo bûye. Avahiyên kavilbûyî, dûxaneke zer a li ser bajêr û bajar bi temamî bûye xwedî rengekî cûnikî.

Dema ku em ber bi cihê DAIŞ’ê ve yên ku hatine tespîtkirin ve diçin, dengê şerê di navbera şervanan û çeteyan tê, ku li deverên dî yên bajêr tê jiyîn. Çete hema hema li ser hemû avahiyên bilind segvan danîne. Ji bo vê jî şervan divê bil ez di navbera kuçeyan de biçin. Piştî cihê ku gihaştinê şervan bi qulkirina dîwaran hewl didin derbas bibin,tevahiya operasyonê wiha dikin. Rêbaza qulkirina dîwêr em ewle ye û hem jî bi rîsk e. Ji ber ku nayê zanîn li aliyê dî çi heye. Mayin û kemînên ku çeteyan danîn dibe ku hebin. Ji ber vê jî dema ku dîwar tê qulkirin hin şervan ji ber ku bersivê bidin êrîşeke pêkan amade ne. Di operasyonê de hema hema li her deverê şer heye.

Di operasyona îmhakirinê ya DAIŞ’ê de, roja pêşî komek dikeve eniya Rojhilat nav taxên mayinkirî û plankirî de, ku cihên DAIŞ’ê yên ku berê tespîta wê hatibû kirin bi dest bixe. Bi taybetî bi komên biçûk, bi pêşvebûna ji 5-6 milan ve plana ku DAIŞ’ê dorpêç bikin her çendî bi rîsk be jî îhtîmal dide ku xwe bigihînin sivîlan. Di roja pêşî ya operasyonê de ku wê du rojan bê navber berdewam bikira, hem ji ber sedema mayinan û hem jî ji ber sedema hebûna segvanên DAIŞ’ê pir taloke bû û pir girîng bû.

Dema ku xwe digihînin cihê ku berê hatibû diyarkirin jî bi lez û bez hemû hazirî têne kirin û şer dest pê dike. Hêzên QSD’ê ji cihê ku lê ne tercîh dike ji qiraxên pencereyan, ji ber deriyan û ji banên û ji qulikên ku di dîwaran de hatine vekirin li DAIŞ’ê bixe. Bi vê rêbazê şervan li pêşberî dijmin hem dike ku neyê dîtin, hem hêsan dibe ku çeteyan bikin hedef, hem jî ji guleyên dijmin xwe diparêzin.

Şer carinan dibe ku bi saetan jî bidome û carinan jî bi demeke kurt biqede jî. Dema ku em komê re diçin, di nav 2 rojan de dirêjtirîn şer 3 saetan û ya kintir jî nîv saetê dom kir û bi îmhabûna çeteyan diqediya. Di şerê domdirêj de bi giştî komeke mezin a çeteyan heye û li nav kavilan segvanekî DAIŞ’ê.

Şervan ku bi taybetî valahiyên di navbera avahiyan de jî bi kar tînin, van valahiyên wiha ji xwe re dikine avantaj û ji xwe re dikine mewzî. Fermandarên YPG-YPJ’ê   di demeke kurt de biryarên rast li ser asêbûn û ewlebûna mewziyên wiha siruştî didin, ev jî asta tecrûbeya berz a şervaniya wan nîşan dide. Hema hema bêyî ku bikevin ber hedefa dijmin, bi BKC û Keleşê şervan çeteyên DAIŞ’ê dişkînin.

Dîsa di roja duyê ya beşê duyê yê operasyona plankirî de bi mezrebeyan qul di dîwaran têne vekirin û diçine cihê ku hatine diyarkirin. Di vê navberê de çeteyên DAIŞ’ê dikevine şerekî dijwar, piştî ku bi temamî têne îmhakirin li herêmê operasyona lêgerînê û ewlehiyê dest pê dike.

Li herêmê piştî ku paqijiya mayin, kemînan û tûnelên pêkan DAIŞ’ê têne kirin û tevdîrên ewlehiyê têne standin, li niqteyan kom têne danîn û bi vî rengî jî li ser nexşeyê bi pêş ve diçin. Şervanên QSD’ê li deverên ku ji DAIŞ’ê standine ewlehiya sivîlan paşguh nake, piştî ku niqteyan bi dest dixe û operasyonê dewam dike xebatên xwe didomîne. Şervanên ku bê navber, bê xew, carinan jî tî xaka Reqayê azad dikirn bi bawerî û bi xwe baweriyê li dijî çeteyên DAIŞ’ê şerê xwe didomînin.

Piştî ku operasyon diqede û niqteyên ku hatine diyarkirin ji dest çeteyên DAIŞ’ê têne standin, şervan li eniyên paş, li biryargehên xwe vedigerin. Beriya ku vegerin jî li deverên ku bi dest xistine komên nû datînin û berpirsyariya ewlehiya herêmê bi dest van ve dihêlin.