Li Reqayê komeke din a sivîlan hate rizgarkirin

Tîmên taybet ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li taxa Nezlet Şehadê ya Reqayê, komeke din a sivîlan ku ketibû xefika mayinên çeteyan, rizgar kirin.

Li taxa Nezlet Şehadê ya li başûrê Reqayê, sivîl ji nava lepên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û berê xwe dan herêmên ewle yên QSD'ê. Lê belê di dema vê revê de mayineke çeteyan a li ser rêya sivîlan hatibû bicihkirin teqiya. Ji ber teqîna mayinê hin sivîlan jiyana xwe ji dest dan. Nayê zanîn bê hejmara sivîlên jiyana xwe ji dest dane çend e. 8 sivîl jî birîndar bûn.

Tîmên taybet ên QSD'ê li ser vê yekê di cih de ji bo sivîlan ketin nava liv û tevgerê. Tîmên taybet cenazeyên sivîlan ji herêmê derxistin û birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

Di dema rizgarkirina sivîlan de 2 şervanên QSD'ê jî birîndar bûn.