Li Reqayê DAIŞ’ê derbeke giran xwar

Li Reqayê DAIŞ kete çiqûberê. Di roja 67'an a operasyonê de 32 çete hatin kuştin, wesayiteke bombebarkirî hate rûxandin.

Pêngava Rizgarkirina Reqayê ya ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) dayî destpêkirin kete roja 67'an. Şervanên QSD'ê derbên giran li çeteyan dixin.

Di şerê taxa Reqaya Berê de, ya li rojhilatê Reqayê, şevê din 13 çete hatin kuştin. Her wiha wesayiteke leşkerî jî hate rûxandin.

Li taxa Hişam Bîn Evdilmelik jî şerekî demkurt çêbû û 6 çete hatin kuştin. Li vir wesayiteke bombebarkirî hewl da ku di nava şervanên QSD'ê de were teqandin, şervanan hê ji dûr ve wesayit teqandin.

Li başûrê taxa Nezlît Şihadê jî 5 çete hatin kuştin. Li taxa Berîdê jî şerekî demkurt çêbû û 8 çete hatin kuştin.