Li Reqayê 23 çete hatin kuştin
Li gelek deverên Reqayê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Çeteyên DAIŞ’ê de şer dewam dike. Di şerê şevê dî de 23 çete hatin kuştin. 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.
Li gelek deverên Reqayê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Çeteyên DAIŞ’ê de şer dewam dike. Di şerê şevê dî de 23 çete hatin kuştin. 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn.
Li hemû eniyên şer ên bajarê Reqaye şer didome. Di şerê şevê dî de 23 çete hatin kuştin. Her wiha depoyeke cebilxaneya çeteyan ket destê şervanan.
Li taxa Reqa ya Berê ev sê roj in şer bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Di şerê şevê dî de 2 jê sekvan bi giştî 6 çete hatin kuştin û gelek çete jî birîndar bûn. Termê çeteyên hatine kuştin tevî çekên li ser wan ketine destê şervanên QSDʹê. Çeteyên ku hatine kuştin dibe ku zêdetir bin. Di heman taxê de depoyek cebilxaneyê kete destê şervanan.
Li bakurêrojhilat ê bajêr û bi taybetî li taxa Rewda di navbera şervanan û çeteyan de şer derket, di encamê de 7 çetan hatin kuştin.
Li taxa Diriye ya rojavayê bajar jî şer derket, di encamê de 4 çete hatin kuştin, gelek çete birîndar bûn. Di heman taxê de şervanekî QSDʹê birindar bû.
Li taxa Berîd a bakurêrojava yê bajêr şer derket, di encamê de 6 çete hatin kuştin.
Di şer de, li tevahiya eniyan de 3 şervanên QSDʹê şehîd bûn, ku di şer de roleke wan a mezin hebû her wiha sê şervan birîndar bûn.