BI DÎMEN

Li Minbicê ji heman malbatê zarokek hate qetilkirin, 2 zarok birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker êrîş bir ser malekê û ji heman malbatê zarokek qetil kir, 2 zarok jî birîndar kir.

Dewleta Tirk a dagirker bombe li gundê Bineye yê Minbicê barand. Di bombardûmanê de Ferha Alberho yê 11 salî hate qetilkirin, Semîr Alberho yê 8 salî û Ebdulrehman Alberho yê 13 salî birîndar bûn.

Li gorî agahiyan Ferha yê hate qetilkirin û Semîr Alberho yê birîndar bû birayê hev bûn, Ebdulrehman Alberho yê birîndar jî pismamê wan bû.

Zarokên birîndar li Nexweşxaneya Firatê ya li Minbicê têne dermankirin.