Li Minbic û Tirbespiyê cenazeyên 9 şehîdan hatin veşartin
Li Minbi û Tirbespiyê cenazeyên 9 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a Minbicê û Goristana Şehîd Dilşêr hatin veşartin.
Li Minbi û Tirbespiyê cenazeyên 9 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, li Goristana Şehîdan a Minbicê û Goristana Şehîd Dilşêr hatin veşartin.
MINBIC
Bi sedan welatiyên bajarê Minbicê cenazeyên 8 şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Harûn Seyad (Kebin Hedîdî), Ebid Ebdullah (Ebdo Kurdî), Mihemed Esker (Ebû Esker Şemal), Mehmûd Hac Mehmûd (Ebilhey), Ibrahîm Şihadê (Ibrahîm Şêx), Elî Hisêno (Firat), Ebdulqadir Ebdulhuseyn (Serhed) û Ibrahîm Mosixlî (Ebû Sundus)ên ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûne, ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana şehîdan a Minbicê ve ketin rê.
Di merasîmê de, Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Farûq El-Maşî, Hevserokê Meclîsa Rêveber Îbrahîm Qeftan, Fermandarê tarbûrên Şems El-Şemal Mihemed Ebû Adil, Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş, Fermandara Hêzên Ewlehiya Hundirîn Eylem Çerkes û Hevseroka Komîteya Parastinê Nofa Silêman, amade bûn.
Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Minbicê Kefaa Elî axivî û sersaxî ji malbatên têkoşeran re xwest.
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş jî anî ziman ku bajarê Minbicê zarokên xwe ji bo azadiya welat oxir dike. Derwîş soza tolhildanê û şopandina rêya şehîdan nû kir.
Her wiha Hevserokê Komîteya Têkîliyên Derve Elî Cemîlî jî sersaxî ji malbatên cangoriyan re xwest û diyar kir ku rizgarkirina herêmê ji terorê, berhema berxwedana wane.
Di dawiya merasîmê de nasnameyên têkoşeran hatin xwendin, radestî malbatên wan hatin kirinç
Cenazeyên şehîdan bi dirûşma ‘Şehîd Namirin’ û tilîliyên dayikan ve hatin veşartin.
TIRBESPIYÊ
Welatiyên navçeya Tirbespiyê cenazeyê şervanê YPG′ê Hecî Çavreş ku di pêngava rizgarkirina Reqayê de şehîd bûye, li goristana Şehîd Dilşêr veşartin.
Welatiyên navçeya Tirbespiyê û gundewarên wê ya girêdayî herêma Cizîrê cenazeyê şervanê YPG′ê Hisên Receb (Hecî Çavreş) ji Saziya Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi Goristana Şehîd Dilşêr ve ketin rê.
Merasîma cenaze bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ve destpê kir. Piştre Fermandarê YPG′ê Dilbirîn Ferho, Endamê Rêveberiya Meclîsa Malbatên Şehîdan Karker Hecî Emîn û li ser navê Desteya Serokatiyê ya MSD′ê Hikmet Hebîb, axivîn.
Di axaftinan de, sersaxî ji malbata şehîd û hemû cangoriyên azadiyê re hat xwestin û hat diyarkirin ku bi saya fedekariya têkoşeran, gelek serkeftin hatin bidestxistin.
Li ser navê malbata şehîd, apê wî û şervanê YPG′ê Hemdîn Nebî axivî û diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind in. Nebî wiha got: ″Hecî ne şehîdê dawî yê malbata me ye. Ji bo serkeftinê, em ê gelek şehîdan bidin. Şehîd, şehîdê gele, ji ber vê ez sersaxiyê ji tevahî gelên herêmê û hevalên wî yên ku rêya wî dişopînin re, dixwazim.″
Di dawiya merasîmê de nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin û cenazeyê şehdî bi dirûşman li goristanê hat veşartin.