Li Mariyê çeteyek hat kuştin

HRE’yê ragihand ku di çalakiya sûîqastê ya li Mariyê de çeteyek hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) ragihand ku hêzên wan di 6’ê Sibatê de çalakiyeke sûîqastê li Marî ya li bakurê Helebê lidar xist.

Li gorî navendê di çalakiyekê de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker hat kuştin.

Navenda Ragihandinê ya HRE’yê ragihand ku  dê çalakiyên xwe li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmê bidomînin.