BI DÎMEN

Li Kobanê çalakiya gel li Qada Jina Azad didome

Zêdetirî deh rojan e çalakiyên berxwedanê li Qada Jina a Azad a bajarê Kobanê didomin.

Bi hezaran şêniyên bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê li Qada Jina Azad a Kobanê kom bûn, diruşmên "Berxwedan Jiyan e" berz kirin.

Çalakiyê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Cahîd Hesen axivî. Hesen got: "Em Kurdên sedsala 21`an in, dijmin tu carî nikare vîn û hêza me têk bibin. Em ê bi hemû hêza xwe li ber xwe bibin û tişta ku ji me tê xwestin, berxwedanî ye. Em niha di destpêkeke nû de ne, divê em baldar bin û rihê xwe yê berxwedanê xurtir bikin û xeta berxwedanê ji xwe re bingeh bigirin."

Pişte şêniyan agir pêxist, li ber stranan dîlana azadiyê gerandin.