Li Hesekê û Qamişloyê qedexeya derketina derve hate ragihandin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Cizîrê ragihand ku li Hesekê di 2’yê Sibatê de û li Qamişloyê jî di 3’yê Sibatê de, di navbera saet 06:00 û 18:00’an de qedexeya derketina derve wê were sepandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyand ku sibe (2/2/2026) li bajarê Hesekê û du sibe (3/2/2026) li bajarê Qamişlo saet ji 06.00ˊan heya 18.00ˊan derketina derve qedexe ye.

Ev biryarname di çarçoveya parastina ewlehî, aramî û selametiya şêniyan de hat dayîn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku divê welatî li gorî vê biryarnameyê tev bigerin û her kesê bin pê bike wê tedbîrên ewlehiyê li dijî wî werin girtin.