Li Eyn Îsayê 2 çete hatin kuştin

Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Reqa hewldana çeteyan a ketina gundekî rojhilatê Eyn Îsayê têk bir û di encamê de 2 çete hatin kuştin.

Li gorî nûçeya ANHA’yê, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Reqa hewldana çeteyên dewleta Tirk a dagirker a ketina gundê Um El Beramîl ê rojhilatê Eyn Îsayê têk bir.

Li gorî heman nûçeyê di navbera hêzên meclîsê û çeteyan de şer derket û 2 çete hatin kuştin.