Li Dêrazorê mayina DAÎŞ’ê teqiya: Zarokekê jiyana xwe ji dest da

Li rojavayê Dêrazorê di encama teqîna mayineke çeteyên DAÎŞ’ê de zarokek jiyana xwe ji dest da û 4 zarok jî birîndar bûn.

LI DÊREZORÊ TEQÎN

Li gorî nûçeya ANHA’yê li bajarokê Cîa yê rojavayê Dêrazorê mayineke DAÎŞ'ê bi komeke zarokan de teqiya. Di encama teqînê de zarokekê jiyana xwe ji dest da û 4 zarok jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku 2 zarokên di teqînê de birîndar bûne rakirin Nexweşxaneya Firatê ya bajarokê Sifîra Tehtanî (Jêrîn), 2 zarokên ku rewşa wan giran jî rakirin Nexweşxaneya Reqayê.