Li çar aliyên Reqayê şer giran e

Şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), li gelek cihên bajarê Reqayê derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê xistin. Di şer de bi dehan çete hatin kuştin.

Operasyona Rizgarkirina Reqayê, ku roja 6'ê Hezîranê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hate destpêkirin, dewam dike. Şervanên QSD'ê zêdeyî nîvê bajêr rizgar kirine. Di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Agahiyên dawî yên li ser şerê li Reqayê wiha ne:

Ji danê sibehê û vir ve li hemû eniyên Reqayê di navbera şervanên QSD'ê û çeteyên DAIŞ'ê de şerekî dijwar diqewime.

Li taxa Rewdayê, di şer de 23 çete hatin kuştin. Şervanan her wiha wesayiteke bombebarkirî teqandin. Li vê taxê, di şer de şervanekî QSD'ê şehîd bû, şervanek jî birîndar bû.

Li taxa Mansûrê, di şer de 12 çete hatin kuştin û termê 4 ji wan tevî çekên wan ketin destê şervanan. Çeteyan her wiha hewl dan bi wesayiteke bombebarkirî êrîşê bikin. Şervanan bêyî ku wesayit bigihêje hedefa xwe teqandin. Li vê derê çekeke doçka ya ji 23'an hate îmhakirin. Li vê taxê di şer de şervanekî QSD'ê şehîd bû, 4 şervanên QSD'ê jî birîndar bûn.

Li taxa Reşîdê jî 15 çete di şer de hatin kuştin. Cenazeyên 6 ji wan tevî çekên wan ketin destê şervanan. Wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan ji dûr ve hate teqandin. Li vê taxê şervanekî QSD'ê şehîd bû, 3 şervan jî birîndar bûn.

Li taxa Berîd a li bakur rojavayê bajêr, şer hê bi dijwarî dewam dike. Li vir 5 çete hatin kuştin, cenazeyên 2 ji wan tevlî çekên wan ketin destê şervanan. Lİ taa Berîdê şervanekî QSD'ê şehîd bû, şervanek jî birîndar bû.

Şerê li taxa Nehdayê dewam dike. Di vî şerî de 17 çete hatin kuştin, termê 9 ji wan ketin destê şervanan. Çeteyan xwestin wesayiteke bombebarkirî li nava şervanan biteqînin, lê şervanan wesayit ji dûr ve îmha kirin. Li taxê di şer de 2 şervanên QSD'ê şehîd bûn, 2 şervan jî birîndar bûn.

Li taxa El Diriyayê, di şer de 7 çete hatin kuştin û cenazeyên 5 ji wan tevlî çekên wan ketin destê şervanan.

Li taxa Nezlet Şehadê jî, çeteyan êrîşî çeperên şervanan kirin. Di şer de 14 çete hatin kuştin, cenazeyên 8 ji wan li erdê man.

Danê vê sibehê, li nêzî Nexweşxaneya Zarokan a li taxa Nezlet Şihadê wesayiteke bombebarkirî ya çeteyan hate rûxandin. Di encama teqînê de 2 çete hatin kuştin.