Li bejahiya Dêrazorê êrişa çekdarî: 3 kes mirin

Li bejahiya rojhilat a Dêrazorê ji aliyê kesên nenas ve êriş li ser wsayiteke çeteyên HTŞ'ê hate kirin. Di êrişê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, dema ku wesayitek çeteyên HTŞ'ê ji bajarokê El-Behra li gundewarê rojhilatê Dêrezorê derbas dibû rastî êrîşa çekdarî hat.

Heman çavkaniyê diyar kir ku êrîş di derengiya şevê de pêk hatiye û êrîşkar reviyan e. Di encama vê êrîşê de 3 çeteyên girêdayî hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Heta amadekariya vê nûçeyê rayedarên hikûmeta demkî di derbarê vê êrîşê de ti daxuyanî nedane.

Hêjayî gotinê ye ku piştî ku QSDê xwe Ii van deveran kişand, li dijî hêzên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ev alozî li heremê zêdetir bûne.